Dengbêj Qubînî: Dengbêjî nasname, çand û ziman e

Dengbêj Salihê Qubînî dibêje, dîrok, çand û zimanê Kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li ser lingan maye û destnîşan dike ku dengbêjên Kurdan bi awazên xwe pêşengtiya civakê dikin.

Dengbêj Salihê Qubînî ji Misirca Sêrtê koçî navçeya Qubîna Êlihê kiriye û li vir bicih bûye, ev 58 sal in klam dibêje. Qubînî dibêje, dîrok, çand û zimanê Kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li ser lingan maye û got ku dengbêjên Kurd bi awazên xwe pêşengtiya civakê dikin.

Yek ji çanda kevneşopî ya Kurdan dengbêjiyê. Kurdan heta niha dîroka xwe û kevneşopiya xwe bi çanda dengbêjiyê bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî bi civaka Kurd re vegotin. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye.

58 SAL E KLAMAN DIBÊJE
 
Dengbêjên Kurd dikarin bi şev û rojan bûyerên bi serê Kurdan de qewimî ne bêjin û bi klaman êş, azar û hezkirina civakê ragihînin. Yek ji van dengbêjan jî Dengbêj Salih Yorulmaz (70) ku di nava civakê de bi navê Salihê Qubînî tê naskirin. Dengbêj Qubînî di sala 1949'an de li navçeya Misirca Sêrtê hatiye dinê. Qubînî ji malbatek dengbêje û ji dengê bavê xwe bandor bûye û di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye. Bavê Qubînî Sofî Yorulmaz ji bo ku bala xwe dabû li ser ol, loma gotiye ku klam gotin gunehe û dest ji dengbêjiyê berdaye. Lê belê dayik û birayê Qubînî yê mezin ev çanda qedîm berdewam kiriye. Qubînî, dema dest bi dengejiyê dike klamên xwe yên pêşîn ji apê xwe Niyazî Yorulmaz digre. Qubînî gelek klaman ji birayê xwe yê dengbêj Kasim Yorulmaz jî digre. Qubînî di rêyek dûr û dirêj de dimeşe 58 sal e bê navber klaman dibêje. Qubînî, heta niha 4 albûm derxistine û di klamên xwe de evîn, serhildan, şereşgerî û lehengiyê vedibêje.

‘LI SER GERÎLAYÊN AZADIYÊ KLAM’

Qubînî, gelek klamên dengbêjiyê li ser gerîlayên azadiyê jî nivîsandiye. Klama yekemîn li ser gerîlayê azadiyê Lukman Yorulmaz ku di sala 1997’an li Sasonê di pevçûnek li gel hêzên dagirker de şehît dikeve. Qubînî, dema vê klamê dibêje, dest û mimikên laşê wî dilerize. Di nava klamê de carna hestyar dibe û carna jî navberê dide klamê. 

‘DENGBÊJ PÊŞENGTIYA CIVAKÊ DIKIN’

Qubînî li ser çanda kevneşopî ya Kurdan dengbêjiyê dibêje, dîrok, çand û zimanê Kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li ser lingan maye. Qubînî anî ziman ku dengbêjên Kurd bi awazên xwe pêşengtiya civakê dike û wiha axivî: “Eger civak heya roja îro karîbe çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin ev bêguman bi rêya dengbêjiyê pêk hatiye. Hemû gel bi çandên xwe hene. Bi çanda xwe dikarin, xwe îfade bikin. Mirov nikare civakeke bê çand tesewir bike. Tu gel bê çand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Mirov dikare her tiştî di nava dengbêjiyê de bibîne. Di dengbêjiyê de evînî, lehengî, serhildan, xweşikbûna xweza û welat heye.”

‘DÎROK DI KLAMAN DE VEŞARTIYE’

Qubînî destnîşan kir ku dîroka Kurdan di klamên dengbêjiyê de veşartine û ev tişt got: “Qîrîn, nivîsandin û her tişt di destê mirovan de ye. Dema ku mirov mereq bike û baş guhdar bike dê bikare bûyeran bike klam û bibêje. Gelek klmamên min hene. Klamên min hemû jî rastiya jiyanê û bûyerên qewimîn e. Jiyana Kurdan dîroka Kurdan e. Di ruhê her Kurdekê de dengbêjek heye. Ji bo vê yekê divê her kes xwedî li dengbêjan derkevin û em çanda dengbêjiyê bidin jiyan kirin.”