Civîna li Senatoya Romayê: Rojava modeleke mînak e
Dadgeha Gelan a Daîmî (The Permanent Peoples' Tribunal-PPT) biryarên ku di Rûniştina 54'emîn de ya li Brukselê wergirt, bi raya giştî re parve kir.
Dadgeha Gelan a Daîmî (The Permanent Peoples' Tribunal-PPT) biryarên ku di Rûniştina 54'emîn de ya li Brukselê wergirt, bi raya giştî re parve kir.
PPT ji bo sûcên şer ên ji sala 2018'an û vir ve li Rojava têne kirin li şahidan guhdarî bike, di 5-6'ê Sibata 2025'an de li Brukselê li hev kom bûbû.
Civîna çapemeniyê ya têkildarî biryarên wergirtî, li avahiya Senatoyê ya li paytexta Îtalya Romayê, li Enstîtuya Santa Marîa hate lidarxistin.
Di civîna çapemeniyê de ku nivîskar, rojnamevan Marina Forti moderatorî jê re kir, senator Tino Magni, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îsa û ji UIKI Onlusê Yilmaz Orkan beşdar bûn.
Di civîna çapemeniyê de ku bi sernavê 'Ji bo Paşeroja Sûriyeyê Mînaka Rojava' hate lidarxistin, ji dadgerên dadgehê û Serokê Berê yê Beşê yê Dadgeha Bilind Giacinto Bisogni û Domenico Gallo jî amade bûn.
Gianni Tognoni ku ji sala 1979'an û vir ve sekreteriya giştî ji PPT'ê re dike, ji parêzerên dozê bi navê Yekîtiya Odeyên Ceza ya Îtalyayê çavdêrê navneteweyî Enzio Menzione û Hevseroka Komeleya Parêzerên Mafên Mİrovan û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH) Barbara Spinelli jî beşdarî civînê bûn.
SÛCÊN DEWLETA TIRK HATIBÛN BELGEKIRIN
Di daxuyaniyê de hate rgaihandin ku di pêvajoya dozê de dadgehê bûyerên şênber li gorî delîl û şahidan nirxand û bêhiqûqiya hate kirin lêkolîn kir.
Şahid û belgeyên li dadgehê bûbûn alîkar ku berpiryariya dewleta Tirk a di êrîşên li ser sivîlan de diyar bike.
ROJAVA JI BO SÛRIYEYÊ MODELEKE MÎNAK E
Di civîna çapemeniyê de hate destnîşankirin ku projeya xweseriyê ya li Rojava ku di qonaxeke hesas a derbasbûna li demokrasiyê de ye, ji bo avakirina paşeroja Sûriyeyê dikare bibe modeleke mînak.
Sekreterê Giştî yê PPT'ê Gianni Tognoni anî ziman ku li Rojava ji aliyê wekheviya zayendan, demokrasî û xwerêveberiyê ve tecrûbeyeke girîng hatiye bidestxistin û li gel astengiyan hemûyan jî model di pratîkê de dewam dike.
ÊRÎŞ LI DIJÎ SIVÎLAN HATE KIRIN
Ji dadgerên dadgehê Giacinto Bisogni diyar kir ku li gel êrîşên bi hinceta 'terorîzmê' ya dewleta Tirk li hemberî dibistanan, nexweşxane û binesaziya sivîl hatine kirin.
Ji parêzerên dadgehê Barbara Spinelli jî anî ziman ku bi rêya van êrîşan tirs li nava sivîlên li rêveberiya xweser dixebitin hatiye belavkirin.
DEMOKRASIYA ROJAVA DERSÊ DIDE
Parêzer Ezio Menzione piştî jî qala çavdêriyên xwe yên li dadgehê kir, got "Rojava li gel zor û zehmetiyan jî ji aliyê çandî û civakî ve dersa demokrasiyê dide her kesî."
JI BO JIYANA BI HEV RE
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îsa jî got, "Hewldana ku me berê ji bo parastina xak û sîstema xwe kir, niha jî em ji bo jiyana bi hev re dikin."
PIRSGIRÊKA EWLEKARIYÊ
Nûnerê UIKI Yilmaz Orkan jî işaret bi pêvajoya guherînê ya PKK'ê kir û got, "Ji ber polîtîkayên berê yên dewleta Tirk bi civakê re pirsgirêka baweriyê heye. Lê belê Rêber Apo di polîtîkaya aştiyê de bi israr e."