Cîhan nêzî ‘xala qutbûnê’ dibe!

Zanyaran gotin germahiya global dikare gerestêrkê bike weke ‘odeya hilmê’ û di siberojeke nêzîk de wê tenê bikaribe 1 milyar kesî vehewîne.

Konsorsiyûmeke ku ji lêkolînerên navnetewî pêk hatî pêşbiniyên bi rengê alaramê kir. Di peymana Parîsê de her çendî gavên bi mebesta kêmkirina emisyona gaza serayê werin avêtin jî, sirûşt bixwe dikare van hewldanan dijwar bike û bi rengekî mayinde dikare gerestêrkê veguherîne ‘odeyeke hilmê’.

Lêkolîna zanyaran ku pêşbiniya siberoje wiha taloke dikin Duşemê di kovara , Proceedings of the National Academy of Sciences (PNAS)de hate weşandin. Li gorî vê senaryoyê germahiya gerestêrkê li gorî dema beriya serdema sanayiye dikare bi rengê  +4°C an jî +5°C’yan mayinde bibe. Di peymana Parîsê de hedef ew bû +2 pîle bin.

Emisyonên gaza serayê 1°C’yî germahî zêde kir. Wiha germa zêde,ziwabûn û fertone zêde kir.

DEMA KU QONAXA KRÎTÎK DERBAS BÛ

Li gorî encamên zaynarên Zanîngeha Kopenhagê, Zanîngeha Netewî ya Avûstralya û  Enstîtûya Lêkolînê ya Potsamê ya Elmanyayê, 10 nerînên cuda yên li ser ‘pergala cîhanê’ ku îro nötr û sûdewar in, bi maweyeke dirêj,  dikare rê li ber wê veke ku CO2 û gaza metan a ji hemû kirinên mirovan zêdetir, berda nav atmosfere.  Pê re, gazên ku wê berde jî  mirov wê nikaribe asteng bike.

Zanyaran tespîteke wiha kirin: ‘’Dema ku qonaxa krîtîk derbas bû, pêvajoya reksiyonê ji xwe ber wê li xwe binere.’’  A ku fikarê bi zanyaran re çêdike tam di vê qonaxê de dest pê dike, ji ber ku cîhan nêzî wê qonaxê dibe ku mehkûmî ‘odeya hilmê’’ bibe.

DARISTAN Û OKYANOSÊN KU GAZAN DIMIJIN DI TALOKÊ DE NE

Daristanan û okyanosan van dehan salên dawî ji nîvî zêdetir emisyonên karbonê di xwe de serifand. Lê daristan kêm dibin, okyanos wan sinyalan dide ku ji CO2’yê têr bûye. Ji hêleke dî ve ew risk çêdibe ku okyanos nema karibin weke avgirê bimije.

GAZÊN KU QEŞA WAN HEPS DIKIN

Talokeyeke dî di nav  qeşayê de ye. Metan û CO2’ya li xaka mîna ya qeşayê ya Rûsyayê û Kanadayê bi qasî wê emisyonê ye ku mirovahî di 15 salan de pêk tîne. Heke ev qeşa bihelin ev gaz wê der bibin. Di rewşeke wiha de germbûna global wê zêde bibe û zêdetir gaz çêbibe.

TALOKEYA METAN HÎDRATÊ

Wiha, metan hîdratên ku di kûrahiyên deryayan de, bi rengê qeşayê jî li bara germbûna global li ber şikandinê ne. Lê zanyar li ser dema wê wê nehiştitine encameke zelal. Guman ew e ku beriya bi milyonan sal, di koka wan serdemên zû germbûnê de metan hidrat hebûne.

DARISTAN DI TALOKEYÊ DE NE

Heke germahiya global 3 pîleyan zêde bibe, di maweyeke dirêj de 40 ji 100’î yê daristanên amazon bimirin. Şewata daristanan li vê senaryoyê nehate zêdekirin. Lê şewata daristanan dikare vê pêvajoyê bide lezandin. Di rewşeke wiha de bi milyaran ton CO2 wê li atmosferê berbelav bibe.

KU QEŞA BIHELIN

Qeşayên ku bi heman peywirê radibin 80 ji 100’î yê tîrêjên Rojê bi paş ve vedigerînin. Lê ku qeşayên zeryayê bihelin, Okyanosa ku wê bikeve şûna wê, wê 80 ji 100’î yê radyasyonê bimije û germbûna global zêde bike. Tê payin ku havîna pêşî ya bê qeşa ya Arktîkayê nîvê sedsalê pêk were. Tê texmînkirin ev rewş li cîhaneke wiha ku germahî +2°C ye, ev ê serê her 4 salan pêk were.

Zanyar dibêjin qeşayên Antartîkaya Rojavav û Groenlandê piştî asteke germbûnê wê bihelin. Ev texmîn bi rengê +1°C û +3°C tê nîqaşkirin. Mijareke dî ya ku ji nîqaşê re vekirî ye, dema ku ev qeşa bihelin, gelek ava şîrîn wê biherike ser okyanosan. Encamê vê jî wê bibe bobelat, ji berk u ji 3 paran 2 jê ya metrapolan û zeviyên çandiniyê tenê 10 metroyan ji asta deryayê bilind in. Heke qeşaya Antartîkaya Rojava û Groenlandê bihele wê asta deryayê 13 metroyan bilind bike. Dema ku qeşaya Antartîkaya Rojhilat bihele wê 12 metroyan bilind bibe.

BANDORA DOMÎNOYÊ

Zanyar dibêjin ev hemû mekanîzma bi hev re têkildar in. Pêkhatina yeke ji van wê bandorê li yên din jî bike. Lêkolîner dibêjin, ev bûyerên li pey hev, pergala cîhanê bi temamî dikare ber bi rengekî dî ve tehf bike. Enstîtûya Lêkolînê ya Potsamê di pêşbîniyeke xwe ya dî de gotibû germahiyeke bi rengê +4 an jî +5°C’yan li cîhanê herî pir 1 milyar kes wê bikaribin bistirin.