Huner hilberîna aqil, hest û bîrewariya mirov e. Beriya her tiştî huner afirandin û xuliqandin e. Afirandin rastiyeke civakî ye, yanî mirovî ye. Huner bi xwe ne ji tunebûnê hatiye ne li ser asîmanan daketiye ne jî di bin erdê de derketiye. Yan jî wek di pirtûkên muqaddes de tê gotin; “xwedê got bibe, çêbû!” Huner ji sing û ber, hiş û dil, hest û ramanên mirovên civakî afirî ye. Mirovê civakî bi rêya hunerê xwe gihandiyê wateyê. Û bi rêya hunerê xwe spartiyê rêya “jiyana bi rengekî rast.” Lewre, Huner ji xewn û xeyalên mirov derketiye.
Jiyana civakî bi razberiya hunerê him tasfîr dibe him jî zêdetir tê fêmkirin. Huner bi vî awayî jiyanê şênber dike û radixe li ber çavan ku jiyan di çi astê de ye. Ji bo asta jiyanê were nirxandin pêwîste mirov li hebûna hunerê binihêrin. Di hawirekî de huner xurt be û mirov bi hunerî bijî, em dikarin bêjin ku jiyan li wir di rêya lêgerîna rastî de ye.
Eger îro em hîn jî mevhûma “jiyanê” dikarin bi kar bînin, rola hunerê sereke ye. Hunerê nehiştiye ku jiyan ji dîrokê qut bibe û civak ji rê derkeve. Bîra civakê heyînekê zindî ye. Lewre ew bîr bi hunerê hatiye avakirin. Ji ber vê hunermend mirovên bijarte yên vê yekê ne. Mirovên yekem heman demê hunermendên yekem in. Lêgerîna jiyana civakî bi wan mirovan destpê kiriye û bênavber xwe bi pêş xistiye. Mirovên ku rastiyên civakî her ku fêrbûne pêwîstî dîtine ku van bi rêya hunerê mayînde bikin. Bi mayîndebûna wan rastiyan re jî hunermendên nû derketine û hunerê li ser vê şopê domandin e.
Dema mirov bala xwe dide lêgerîna “nemirbûn” û “bîrhatinê” di dîrokê de her li pêş in. Ev yek rastiyeke gerdûnî ye. Di nava mirovan hemûyan de xwesteka nemirbûn û bîrhatinê her xwe daye der. Lewre tiştên nû dîtin, bi hest û ramanên civakî ve girêdayî ye. Dibe ku hinek mirov nemirbûn û bîrhatinê ji bo kesayeta xwe xwestibin, lê dîrokê nîşanî me da ku yên nemir ne kes e, hilberîne. Wisa nebûya îro me ye navê mirovekî/ê 50 hezar sal berê şopa destên xwe li ser dîwaran hiştiye bizanibana. Lê em dizanin ku ev mirov biaqil e, dikare biafirîne û dixwaze ku em jî ji lêgerîn û jiyana wî/ê haydar bin. Em hîn jî li ser wê hilberînê dijîn û xwe xwedî dikin. Dibe ku mevhûma “şukirkirin”ê bingeha xwe dispêre wê derê. Yanî însanê ku xwe gihandiye vê têgihîştinê, ev mevhum derxistiye. Nexwe tu eleqeya xwe bi olên yekxwedayî re nîne. Ev mevhum di destpêkê de li hember xwezayê hatiye bi kar anîn. Piştre însan li hemberî hev û du bi kar anîn e. Û di serdema hîyerarşî de jî li hember xwedeyan hatiye bikaranîn. Reveçûnekê sosret li ber çavan e. Lewre yên ji hilberînê dûr in û li ser ked û xwêdana civakê dijî re “spasî” ango “şukir” tê kirin. Li dijî vê pêwîstî heye mirov spasî pêşkeşî afirinêran bike, lê bi awayekî kiryarî û jiyanî. Nexwe di ziman de her kes dikare vê bîne ziman. Rêzgirtin û hezkirin jî heman awayî ne. Rêzgirtin û hezkirina rast di kiryar û jiyanîkirinê de dikare were peşkeşkirin.
Ji ber ku me huner wek xuliqkarî û afirinêrî dabû nasîn, wê çaxê mirov dikare bêjê ku yê ku spasî, rêzgirtin û hezkirinê heq dike ew e.
Di vê serdemê de em dibînin ku wek mirovahî em ji hemû serdeman paşdetir in. Dibe ku pergal berovajiya vê îddîa bike. Lê rastî ne ev e. Xulase wek mirovahî em dubare ber bi ajalbûnê ve diçin. Tekamula biyolojîk û çandî berojavî rê ve diçe. Êdî rastiyên civakî yên ku bi hezaran salan hatibûn xuliqandin û avakirin bi rêya ajoyan tê hilweşandin. Êdî ji hilberînê wêdetir mezextin û mêtîn li pêş e. Yên li hemberî vê disekinin jî dubare hêza hunerê bi kar tînin ango rêbaza hunerê esas werdigirin. Lewma rastiyên heyî bi rêya hunerê her di bîra mirovan de maye, hiştiye ku mirovahî nirxên civakî zêdetir bike û di xwe de xisletekî “hilberînêr” ava bike.
Ji ber vê çendê îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hunerê heye. Vejîna nirx û rastiyên civakî encex dikare bi rêya hunerê bi ser bikeve. Bêguman hunermendbûn jî di heman paye de girîng e. Em di rêveçûna dîrokê de dibînin ku hemû mirovên têgihîştî û fêhman bi rêbaza hunerî têkoşiyan e û jiyana civakî avakirin e. Lewre di cewhera hunerê de bawerî heye. Bawerî ji her tiştî bi hêztir e. Pergala qirker ji ber ku dizane huner ji hemû ol û ekolên fikrî xurtir û bi bandortir e, him têgihîştin û wateya hunerî berovajî dike, him jî di bin navê “Hunermend” de rizînêrên rastiya civakî derdixe pêş. Ji ber vê gelek tiştên ku wek hunerê pêşkeş dike, wek çek û alavên qirkirinê rol dilîzin. Xulase îro ji bo tablo ango wêneyek bê fêmkirin pêwîstî bi şîroveyê tê dîtin. Yanî pêwîste yek wateyê wê wêneyê şîrove bike û bi civakê bide fêmkirin. Ev yek radixe ber çavan ku ya tê pêşkêşkirin ne huner e, raste rast bazirganî tê kirin. Hunerê tu carî pêwîstî bi navbeynkarê neditîye. Pergal ewqas bi hiş û aqil ve lîstiye ku îro herkes tiştên çop an jî sergo weke huner dinirxîne. Lewre hinek kesên ku xwe nûnerên hunerê dibînin, derdikevin û li ser van sergoyan ji ber ku şîroveyên kes jê fêm nake dikin û rastî şulî dikin, herkes jî dibêje wê çaxê ev tiştekî girîng e û pêwîste em bikirin. Pergal ji bo kirîn û firotinê vê yeke nake, ji bo ku nirxên civakî bihelîne vê pêk tîne. Kirîn û firotinê jî wek rêbaz bi kar tîne. Eger huner daketibe asta kirîn û firotinê, pêwîste mirov bêje li wir qirkirina hunerê an jî qirkirina nirxên civakî heye. Huner ne tiştê kirîn û firotinê ye û tiştên kirîn û firotinê çênake, naxuliqîne. Huner berhemên jiyana civakî ye. Lewma dixwaze li ser rûpel, kevir, çerm an jî daran hatibe xezkirin, dixwaze di hest û ramanan de wek deng û muzîk hatibe neqişandin û dixwaze ji bo niherîna mirov wek dîtbarî hatibe çêkirin; bi qasî ku ji aliyê herkesî were fêmkirin û xizmetê civakê bike ewqasî berhemê jiyana civakî ye.
WEK ENCAM
Di vê serdema ku mirovahî ji wateyê hatiye dûrxistin de…
Dixwaze bila bê nasîn, dixwaze bila bibe xwedî nasînekê kêm;
Hunermend di hiş û dil, hest û ramanê civakê de dikare cih bigire.
Û hunermend dikare civakê bigîhînê wateyê.
Di vê serdema ku wate hatiye berovajîkirin de…
Dixwaze di bin mêrkut û nîrê serdestan de were eciqandin,
Dixwaze bibe xwedî şertên xwe bi awayek hêsan anîna ziman;
Nivîskar dikare li ser dilê herkesî wateya heqîqetê ji nû ve deq bike.
Di vê serdema hovîtiya zordestan de…
Erk û berpirsyariya me ne xemsarî û bedbextî ye!
Di hemû serdemên bextreşiya civakî de…
Hewldanê hemû nifşan ji bo guhertin û veguhertina cihanê bû.
Baş e, lê ji bo nifşê me hewldanê sereke divê ev be gelo?
Na, teqez divê ne ev be!
Lewma ji ber xemsarî û bedbextiya me, cîhana ku em tê de dijîn êdî dev ji me berdeya û ji me xeyidiye. Her rojê ku diçe xwe tune dike.
Wisa ye ku dixwaze bibe muntehîr û bi xwe re me jî bikuje…
Ji ber vê beriya hewldana guhertin û veguhertinê ya cîhanê,
Pêwîste em dilê cîhanê hilînin û pê re aş bikin, da ku ne xwe ne jî me bikuje…
*Muntehîr; Kesê ku xwe kuştiye, întîhar kiriye.