Birayên Musliman pêşniyara tevlêbûna hukûmetê red kir
Birayên Musliman pêşniyara tevlêbûna hukûmetê red kir
Birayên Musliman pêşniyara tevlêbûna hukûmetê red kir
Li Misrê Birayên Musliman, pêşniyara tevlêbûna li nava hukûmeta nû red kir û destnîşan kir ku ewê bi darbekaran re li hev nekin.
Berdevkê Birayên Musliman Tarik El Mûrsî daxuyaniyek da AFP'ê û got, "Em bi darbekaran re peymanê mor nakin. Em her tiştên ji vê darbeya leşkerî derkeve holê, red dikin."
Li gorî ajansa nûçeyan a Mena, berdevkê SerokatiYê Ahmed El Muslîmanî, êvara Sêşemê dabû xuyakirin ku ewê di nava hukûmeta demî de erk û wezîfeyê bidin partiya Edalet û Azadiyê, ku baskê siyasî yê Birayên Misliman e.
Ji rayedarn Birayên Musliman Essam El Erîan di malpera xwe ya Facebookê de gotibû, "Biryarnameya destûra bingehîn a ji aliyê kesekî bi darbeyê hatiye wezîfedarkirin, wê welêt bibe cihê jê destpê kiriye."
Hêjayî gotinê ye, roja Duşemê di xwepêşandana alîgirên Serokdewletê hilweşandî Mûhammed Mûrsî de, herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 435 kes jî birîndar bûbûn. Birayên Musliman jî banga "Li dijî kesên hewl didin şoreşa me bi tankan ji me bidizin, rabin ser piyan" kiribû.
Mûhammed Mûrsî, di dema xwepêşandana herî mezin a dîroka Misrê ya li dijî deshilatdariya wî de, di 3'ê Tîrmehê de ji aliyê leşkeran ve bi darbeyê hatibû xistin.
Roja Sêşemê jî ekonomîst Hazim Beblawî anîn serê hukûmeta demî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Mûhammed el Baradey jî berovacî bendewariyan, ne serokwezîr lê weke alîkarê serokwezîr ê ji têkiliyên derve berpisyar, hat wezîfedarkirin.