Li Kerkûkê nirx nadin hunerê

Hunermendên Kerkûkê xwestin ku di vê rewşa siyasî ya Kerkûkê ya bi karasat de, li bajêr girîngî bi hunerê were dayîn. Her wiha welatî jî zêdetir girîngiyê bidin hunerê.

Hunermendan bal kişand ji bo çalakiyên huner ku gel bikişîne xwe tenê ji aliyê wezareta rewşenbîrî ve tê kirin, lê ew jî di roja me ya îro de têra vê yekê nake ku huner li nava civakê bê pêşxistin.

‘ALÎKARIYA PÊWÎST NAYÊ KIRIN’

Rêveberê Rewşenbîrî yê Kerkûk Sîrwan Osman diyar kir ku di nava vê rewaş aloz a siyasî ya Kerkûk de divê girîngiyek mezin ji bo rewşenbîrî û hunerê bê dayîn ku rewşa hestî û derûnî ya gel baş bibe. Osman got: “Her çalakiyeke hunerî ji bo pêşxistina aliyê rewşenbîrî yê bajar e. Ji bo vê ye ku di vê demê nokiyên siyasî û aloziyên li nava bajar de hê zêdetir girîgî bi huner û rewşenbîriyê bê dayîn.”

Osman diyar kir ku ji bo pêşxistina hunerê salane Wezareta Rewşenbîrî ya Kerkûkê alîkarî li gel wan dike, lê ev alîkariya tê kirin têrê nake. Osman anî ziman ku Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê heta niha ti alîkarî bi wan re nekiriye.

 ‘HUNERMEND DIVÊ DILDAR KARÊ HUNERÊ BIKE’

Şanoger Hewar Fars da xuyakirin ku heta astekê baş e ku welatî girîngî didin huner û hunermendan. Fars anî ziman ku gelek caran ev eleqedarbûn sist dibe, ev sistbûn jî bi nebûna akîkarî ya bi hunerê ve nîşan da. Fars got: “Di demekî wiha de erkê me ye ku em wisa bikin ku gel berê xwe bide hunerê. Projeyên me şanogeran heye ku li ser rê û rêbaran hunerên xwe pêşkêş bikin.”

Şanoger Fars anî ziman ku di vî demê bi nakok û alozî de jî her çendî kêmanî jî hebin hunera xwe pêş xistine û got: “Divê hunermend çav nedin pere ku hebe kar û projeyan pêş bixin, divê dema wezaret alîkarî jî neke pêwîste dildarî karê xwe bikin.”

SOZA BI DILDARÎ YA XEBATÊ DA

Hunermed Mehemed Çawciwan anî ziman ku berê Wezareta Rewşenbîrî ya Kerkûkê alîkariyek baş dikir ku ji bo çalakiyên hunerî bên kirin. Çawciwan diyar kir ku îro gel girîngiyeke mezin didin hunerê. Çawciwan anî ziman ku çawa sala 2018’an bi dildarî kar kir soz da welatiyên Kerkûkê wê sala 2019’an jî bi heman rengî karê hunerê berdewam bikin.

Çawciwna bibîr xist ku rêveberiya Bexda ji bo karê hunerê alîkarî li gel wan nakin, tenê Rewşenbîrî ya Herêma Silêmaniyê alîkariya wan dike. Çawciwan ji helwesta rewşenbîrên Bexda ya ku alîkarî li gel wan nakin.