Bi armanca şermezarkirina mirina li girtîgeha Îranê, meşa dirêj
Bi armanca şermezarkirina mirina li girtîgeha Îranê, meşa dirêj
Bi armanca şermezarkirina mirina li girtîgeha Îranê, meşa dirêj
Hasheem Hashemîzadeh û Feze Rashîdî Feîzabad dan xuyakirin ku lîderê karkeran Afshîn Ossanloo yê 42 salî ku hat îddîa kirin di encama krîza dil lde li girtîgeha Rajaî Shar a Îranê roja 20'ê jiyana xwe ji dest daye, di rastiyê de hatiye kuştin û ji bo vê rastiyê nîşanî raya giştî bidin dest bi meşeke dirêj kirin.
Hashemîzadeh û Feîzabad da xuyakirin ku ewê meşa xwe ya 26'ê Hezîrane li paytexta Swêd Stockholmê bi armanca şermezarkirina zextên li lîderên karkeran û girtiyên siyasî, zext û êşkenceyê dane destpêkirin, wê piştî meşa 500 kîlometreyî li bajarê Goteborgê bi dawî bikin.
Herdu çalakger, li bajarên jê derbas dibin, belavokan belav dikin û bi rêxistinên civakî yên demokratîk re têkiliyê datînin, ji wan re behsa şert û mercên jiyanê yên girtiyên siyasî li girtîgehên Îranê dikin û banga hestiyariyê li wan dikin.
Afshîn Ossanloo, weke lîderekî karkeran wê ji sendîkabûyîna ajokarên otobusê re pêşengî dikir, dihat naskirin. Nivîskar Bahram Rahmanî yê li Stockholmê dijî, vê mijarê ji nêz ve dişopîne û diyar dike, ku Ossanloo bi sûcdariya pêwendiya Yekitiya Ajokarên Otobusê ya Tehranê bi komên siyasî re heye di sala 2010'an de hatiye girtin, êşkenceyên giran lê hatiye kirin û diranên wî hatine şikandin.
Malbata wî jî bawer nake ku Afshîn Ossanloo di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye û dixwaze ji bo eşkerebûna sedema mirina wî, otopsî were kirin. Xuşka Ossanloo Fereshteh Ossanloo daxuyaniyek da saziyeke bi navê Kampanya Navnetewî ya Mafên Mirovan a li Îranê" û diyar kir, ku ti nexweşiya birayê wê tinebû, di hevdîtina beriya du hefteyan de gelekî baş xuya dikir û got, "Birayê min roja Pêncşemê miriye. Tevî ku nûmara telefonê ya diya min bi wan re hebû jî, kesî em pê nehesand. Piştî du rojan, gava dostekî me çû serdana xizmekî xwe li girtîgehê, bi mirina birayê min hesiya û me jî ji wî bihîst. Em ketin nav şokê û çûn girtîgehê. Destpêkê nexwestin tiştekî bêjin û dûre gotin, birayê min di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye."
Fereshteh Ossanloo da xuyakirin ku destûr ji wan re nehatiye dayîn ku li mizgeftê ji bo birayê wê merasîm were kirin, lewma ew neçar mane li malê merasîmê bikin û anî ziman ku ji bo sedema mirina wî zelal bikbe, çi ji destê wan were ewê bikin.
Afshîn Ossanloo wê di Adara sala pêş de cezayê wî temam bibûya û diviyabû serbest bihata berdan. Her weha ji bo serbestberdana Ossanloo jî kampanya îmzeyan dihat meşandin.