Ayten Dersim: Divê em şer li bajaran belav bikin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava şoreşgerî bibe. Gelê Kurd ji berxwedana gerîla sûdê werbigire. Em azadiya xdwe misoger bikin. Em vî şerî li hemû bajaran belav bikin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim di bernameyeke Medya Haberê bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Ayten Dersim di destpêka axaftina xwe de kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên di meha Hezîranê de şehîd bûne di şexsê Diyar Xerîb (Helmet), Salîh Cîzre, Dr. Huseyîn û Leyla Agirî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî, têkildarî Zeynep Kinaci ya di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî pêk anî, ev nirxandin kir:

"Dema ku heval Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiya xwe kir rastî ‘serdema taktîka şer a ku xwe dubare dikir’ hatibû. Heval Zîlan hem ji bo pûçkirina komploya li ser Rêber Apo û hem jî ji bo taktîkek nû pêk bîne çalakiya xwe pêk anî. Di vê wateyê de bû hêza pêşeng. Şehîd Zeynep Kinaci weke gerîlaya salekê, bi tena serê xwe artêşek îmha kir. Çalakiya 30’ê Hezîranê nîşanî dijmin da ku hişmendiya jina Kurd, civakeke bi azadiyê re di nava têkiliyê de ye, milîtanên ku para xwe ji vê azadiyê girtiye û tevgereke ku xwe di vê azadiyê de kiriye yek bi dawî nebe."

Ayten Dersim da xuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ku xwedî zîhniyeta faşîst e, di şerê li dijî PKK'ê de li Zagrosan asê maye û diyar kir ku ev têkçûna wan a dawî ye û got, lewma bi hêrsek mezin êrîşî Şengal, Rojava, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê dike. 

'EV ÇIYAYÊN ME NE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim, asta ku berxwedana 50’î salî ya PKK'ê îro gihiştiye nirxand û got, "Ji roja destpêkê ve me baweriya ku gelê Kurd dikare bi azadî bijî ava kir û şitlê wê me çand. Îro ew bawerî geş bû û berhemê dide. Rastiya Zîlan êdî bi jiyanî bûye û di pratîkê de xwe dide der. Erka me ew e ku em tevlî berxwedana hêzên me yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin."

Dersim ji bo têkçûna dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê wiha got , "Ev çiya çiyayên me ne, em zarokên van çiya ne. Hêzeke çete, leşkerekî Tirk ku hêza wî ya şer nemaye nikare xwe li Zagrosan bigire."

Dersim dîmenên şer ên li Gerîla TV hatin weşandin bi bîr xist û destnîşan kir ku leşkerên dewleta Tirk a faşîst bê armanc û bê îdeolojî ne. Ayten Dersim, gerîlayên bi fedaî şehîd bûne bi bîr anî û got, "Berdêla azadiyê giran e, lê jiyana wê bi rûmet e. "

'DIVÊ EM ŞER BELAV BIKIN’

Ayten Dersim da xuyakirin, ku divê hemû gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava şoreşgerî ya ku Tevgera Azadiya Kurd daye destpêkirin, bibe û got, "Divê gelê Kurd ji berxwedana gerîla îlham bigire û berxwedanê mezin bike. Divê em azadiyê misoger bikin. Ji ber vê yekê divê em karibin şer li hemû bajaran belav bikin. Dilsoziya ji bo Zîlan, Zîlanbûn, li ser xeta Zîlan meşê îfade dike."

 'LÎSTIKA DIJMIN XIRAKIRIN'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim, Şehîdên Hezîranê Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Sema Yuce (Serhildan) bi bîr anî û got, "Heval Gulan di xeta fedaî ya Heval Zîlan de xwe perwerde kir. Li hemberî helwestên serdest, paşverû û ji rêzê her tim xwedî helwesteke milîtan bû.”

Ayten Dersim anî ziman ku Sema Yuce ya ku bi hişmendî û vîna xwe ya bilind, tevî hemû zextên dewletê yên ji bo teslîmiyetê û îxanetê di bin şert û mercên zindanê de ferz dike jî ew lîstika dijmin xera kir û ev nirxandin kir: “Heval Sema bi gotina 'Ez dixwazim ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bibim pirek' destnîşan kir ku divê em xwe bi Îdeolojiya Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo afirandiye zindî bikin û perwerde bikin."

Ayten Dersim 3’emîn salvegera şehadeta hevrêya xwe Leyla Agirî jî bi bîr anî û got, "Heval Leyla di gelek qadan de cih girt. Fermandarî YJA Starê bû, cihê xwe di yekemîn xebatên Jineolojiyê de girt. Ji bo ku di hemûyan de bi ser bikeve gelekî kêfxweş bû, helwesta wê ya di têkoşîna jinê de gelekî zelal bû. Hevaleke ku lêpirsînên navxweyî yên xurt dikir û bi têkoşîna xwe ya hundirîn di têkoşîna jinê de bi kûrahî tevlî bû.”

'WÊ ÎXANETKAR HESAB BIDIN'

Ayten Dersim di dawiyê de ragihand ku PDK'ê ku li dijî PKK'ê bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariyê dike û destnîşan kir ku divê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd vî şerê qirêj rast fêhm bike û berxwedan û têkoşîna li dijî xeta îxanetê weke têkoşîna bingehîn bibîne.

Ayten Dersim diyar kir ku her kesê sîxurtiya dewleta Tirk-PDK'ê bike, îstîxbaratê bide û destê xwe di xwîna Kurdan de hebe wê hesab jê were pirsin û got, ev xeta îxanetê di dîroka têkoşîna PKK'ê de ti carî bi ser neketiye.