Awazek ji dengê gerîlaya şehîd Sema Marînos

Gerîla TV’yê awazek ji dengê gerîla Sema Marînos (Vahîde Kurt) weşand ku di sala 2018’an de li Colemêrgê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Kurte awaza li Gerîla TV’yê hatiye weşandin, ji aliyê gerîlaya şehîd Sema Marînos ve tê gotin.

Awaza ku dilsoziya axa Kurdistanê nîşan dide bi taybetî ji bo herêma Serhedê hatiye nivîsandin. Di awazê de tê gotin ku herêma Serhedê warên gerîlayan e, bedewiyên wê yên xwezayî bi dengê gerîla Sema Marînos zindî dibe.

Gerîla Sema Marînos di 21’ê Tîrmeha 2018’an de li herêma Geliyê Marînos a Colemêrgê di êrîşa hewayî de tevî 7 hevrêyên xwe şehîd bibû.