Atolyeya şanoya Kurdî ava bû

Li atolyeya Şanoya Kurdî ya li Stenbolê di 16'ê Sibatê de dersên şanoyê dest pê kirin. Mamosteya atolyeyê şanoger Berfîn Zenderlîoglû got, "Eger Kurdî venaguhere çanda şanoyê hingî di vir de berpirsyariya her kesî heye."

Şanoger Berfîn Zenderlîoglû bi atolyeya şanoya Kurdî hem dixwaze şanoyê bi zimanê dayikê bide hînkirin hem jî ji bo dema bê kadroyekî şanoya Kurdî ava bike.

Dersên şanoyê ji 16'ê Sibatê ve li Kay-Der a li navçeya Kadikoy a Stenbolê tên dayin. Heta niha herî kêm 30 kesî ji bo dersên şanoya Kurdî serlêdan kirine. Zenderlîoglû ku ji sala 2004'an ve şanoger e, yek ji damezrînerên Peformansa Şermola ye ku beriya niha ava bûbû û piştre hatibû girtin. Zenderlîoglû niha derhêneriya şano dike û lîstikên bi Kurdî dinivîsîne.

LI STENBOLÊ ATOLYEYA ŞANOYA KURDÎ

Li ser destpêkirina vî karî li Stenbolê Zenderlîoglû got, "Demeke dirêj bû ku min dixwest karê lîstikvaniyê bikim. Me xwest giraniyê bidin ser bajarên Amed, Wan, Bedlîs û Mêrdînê û li wir bixebitin. Em bi mirovên li wir re axivîn, lê belê fon girîng bû. Salên dûdirêj e ku ez bi zimanê dayikê şanoyê dikim. Ji aliyekî ve jî min xwest piştgiriyê bidim şanoya Kurdî. Di nava hewldaneke wiha de me nekarî bingehekê deynin. Em dixwazin van atolyeyan li derveyî Stenbolê jî ava bikin. Ji ber ku piştgirî nehate kirin me jî got çima em li Stenbolê ava nekin û bi vî rengî me dest pê kir."

DI MIJARA ŞANOYA KURDÎ DE VALAHIYEKE MEZIN HEYE

Têkildarî karên li atolyeyê got, "Wê ji bo çar mehan her roja Yekşemê hebe. Zimanê atolyeyê wê Kurdî be. Di nava demeke kurt de 30 kesî serî li şanoya Kurdî dan. Me di 16'ê Sibatê de dest pê kir. Ev hejmar gelekî girîng e. Bi vî rengî wê hinek dest pê bikin, piştre yên din jî dewam bikin. Ciwanên ku bi şanoya Kurd re eleqedar in gelek in."

Zenderlîoglû ji bo armanca vî karî jî got, "Ez dixwazim şanoya Kurdî xurtir bikim û kêm jî be bidim nîşandan. Li aliyê din tiştekî gelekî hêja ye ku bi zimanê xwe yê dayikê serkêşiyê ji lîstikvanan re bikim. Di vê mijarê de gelek valahî heye. Eger em ê vê valahiyê danegirin wê kî dagire? Di vê çarçoveyê de min dest bi kar kir."

'EGER ŞANO JI BO KURDÎ NEBÛYE ÇAND HINGÎ DIVÊ HER KES XWE BERPIRSYAR BIBÎNE'

Bi dewamî Zenderlîoglû got, "Pirsgirêkeke cidî ya rêveberiyên xwecihî heye ku ji aliyekî ve qala perwerdeya bi zimanê dayikê dike, lê li aliyê din ji bo karên çand û hunerê hewldaneke xwe ya cidî nîne. Eger şano veneguherîbe çandekê di vir de rola her kesî heye. Em di nava bêderfetiyê de derfetan diafirînin. Divê piştgiriya vê yekê bikin. Divê ji bo vê çandê kar bê kirin û piştgiriya wê bê kirin."