Atînayê qanûna reforma di gelemperiyê de erê kir
Atînayê qanûna reforma di gelemperiyê de erê kir
Atînayê qanûna reforma di gelemperiyê de erê kir
Parlamentoya Yewnanistanê, “Qanûna reformê ya sektora gelemperiyê” ku dê bibe sedema gelek kes karên xwe wenda bikin bi ferqeke pirr kêm erê kir.
Yek ji qanûnên ku Yekîtiya Ewropayê û Fona Pereyan a Navnateweyî IMF’ê li hemberî 6,8 milyar Euro ku wek şertekî danîbû pêşiya Yewnanîstanê qanûna reformê ya gelemperiyê li hember 140 dengî bi 153 dengan hat qebûlkirin.
Beriya dengdanê bi hezaran kes li pêşiya Parlamentoyê xwepêşandanên protestoyî li dar xistin. Li gorî vê qanûnê di nav de mamoste û karmend nêzî 4 hezar mirov wê ji kar bên derxistin.
Li Yewnanîstana ku ji 4 salan carekê hukûmetê diguherîne bêkarî ji sedî 27’ê. Hukûmetên Atînayê ji sala 2010’an û vir ve ku ji Yekîtiya Ewropayê, Banka Navend a Ewropa û IMF’ê deynan digire û deyndar bûye, dixwaze krîza aborî bi hin tedbîrên ku rê li ber nerazîbûnên civakê vekiriye derbas bike.