Asayîşê tabelaya Navenda Çandê ya Niwegerê daxist

Hêzên Asayîşê yên Kelarê tabelaya Navenda Çand û Hunerê ya Niwegerê daxist. Xebatkarên Navenda Çandê yên di hundir de, diyar dikin ku ew ê ji avahiyê dernekevin.

Hêzên Asayîşê yên Kelarê du roj berê ji bo tabelaya Navenda Çand û Hunerê ya Niwegerê daxînin, dora avahiyê girtibûn.

Ligel ku xebatkarên saziyê diyar kirin belgeya wan temam e jî hêzên asayîşê gotin ku, “Rast e ku belgeyên we ne kêm in lê ji bo girtina vê saziyê biryar hatiye dayîn.”

Hêzên Asayîşê îro jî dora avahiyê girtin û tabelaya avahiyê daxistin.

Xebatkarên saziyê diyar kirin ku ew ê ji avahiyê dernekevin.

Ligel ku tabelaya saziyê hatiye danîn, xebatkar û rêveberên saziyê bi biryar in ku ji avahiyê dernekevin.