Amadekariyên Festîvala Lêlon li Şehbayê tên kirin

Komîteya xebatên Festîvala Lêlon li Şehbayê civîneke çapemeniyê xebatên bên kirin ji raya giştî re parve kirin.

Festîvala Lêlon festîvalekek fîlîm a navneteweyî ye ku li kampên Efrînî ku li Şehba ya Rojavayê Kurdistanê ye tê lidarxistin. Cewhera fîlman li ser êşa gelê Sûriyeyê ku di şerê li herêmê qewimî ye.

Komîteya amadekar a Festîvala Lêlon li Kampa Berxwedan a Şehbayê bi civîneke çapemeniyê xebatên festîvalê bi raya giştî re parve kir.

Yek ji rêveberên festîvalê Mih El-Erselan di civîna çapemeniyê de axivî û çend roj din wê perdeya fîlm bê danîn û got: “Ev festîval li ser êşa gelê ku ji ax û werê xwe dûr ketî, niha di rewşa koçberiyê de dijîne. Festîval koçberî û jiyana gelê Efrîn, Serêkaniyê,, Girê Spî û rewşa cîhanî ya ji ber şewba Koronayê li xwe digire. Bi vê yekê armanca me ew e ku em vê bêdengiya li ser herêmê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne rakin.”

Erselan wiha domand: “Nêzî 2 hezar û 200 fîlm ji 150 welatan beşdarî festîvalê bûne û me ji wan jî 58 fîlm pejirand. Ev fîlm wê li kapên şehbayê bê nîşandan. Em hêvîdarin ku bandorekî erênî li ser bêdengiya cîhanê bike.