Şerê Cîhanê yê Sêyem: Ji netewe dewletan ber bi dewletên federatîf

Çawa ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de Tirkiye û Îran kirin navend û li herêmê netewe dewlet hatin avakirin, di vê pêvajoyê de divê Tirkiye û Îran bên perçekirin. Navenda nû Îsraîl, wê li herêmê netewe dewletên biçûk ên federatîf ava bike.

Li herêmê bi şer, kaos, zilm û êrîşên komkujiyê em dikevin sala nû. Em dibin şahidê hilweşîna netewe dewletan. Piştî netewe dewletên yekem derketin holê modernîteya kapîtalîst nekarî ji kaos û krîzê derkeve. Krîzên kapîtalîzma kurevî her tim kûrtir û mezin bûne, ji ber ku netewe dewlet her çendî diviyabû ku aborî û bazara cîhanî xurtir bikin, lê bûne asteng. Pêvajo û rewşên ku di sedsala 21’an de derketine holê nîşan didin ku dema netewe dewletan qediyaye. Li şûna vê sîstemên federatîf ên qels in û ji aliyê îdeolojîk ve li ser mantiqa netewe dewletê hatiye avakirin tê. Ji ber ku ev sîstem wê lawaz bin û bandoreke neyînî li sermaye, bazirganî û bazarên cîhanê nekin.

Her wiha hêzên sermayedar di bin navê projeya BOP’ê de ji bo pêşî li gefa ser ewlekariya Îsraîlê bigirin, dixwazin herêmê bi netewe dewletên federatîf ên lawaz têxin bin kontrola Îsralê. Ji bo vê jî bi rewşa ku di destpêka salên 2000’an de li Iraqê derketibû holê dest bi vê pêvajoyê kirin. Iraqê bi sîstemên federatîf perçe kirin, anîn asta ku nikaribe ewlehiya hêzên sermayedar, sermaya cîhanî û bi taybetî Îsraîl bixin xeterê. Îran a ku vê rewşê fêm kir di bin navê "Hîlala Şîî" an jî "Eniya Berxwedanê" de destwerdana vê pêvajoyê kir û dijberî vê kete rewşeke parastinê. Ji bo vê bi taybet li Lubnan, Filistîn û Sûriye, Iraq û Yemenê bi hêzên milîs dest bi berxwedanê kir.

Bi vê re Tirkiye bi projeya “Eniya Sunî” ango “Peymana Neteweyî” ya di bin navê projeya “Birayên Misliman” de bi taybetî li Lîbya, Sûriye, Iraq û Misrê hewl da li hemberî hêzên kapîtalîst raweste. Lê hem hesabên Îranê û hem jî yên Tirkiyeyê bi ser neketin. Li cihên ku li ber hêzên kapîtalîst çalak bûn û armancên xwe danîn holê ji aliyê hêzên kapîtalîst (Emerîka, Îngilistan, Rûsya, Îsraîl) ve tên bêbandorkirin.

Ji ber ku modernîteya kapîtalîst di Şerê Cîhanê yê Yekem de li Rojhilata Navîn “Netewe Dewletên Navendî” ava kir û ji bo avakirina Îsraîlê, bazar û bazirganiya kurevî bi ewle bike derket holê. Ji ber vê sedemê heta avabûna Îsraîl modelên netewe dewletên navenda wan Îran û Tirkiye ye li herêmê hatin afirandin. Her wiha hêzên ku wê avabûna Îsraîlê misoger bikin Tirkiye û Îran bûn. Lê belê Îsraîla ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat avakirin û di vê pêvajoyê de ji ber hişmendiyên çep-sosyalîst a Marksîst-Lenînst-Maoîst ku di bin serokatiya Rûsyaya Sovyetê û Çînê de kspîtalîzma kurevî her çiqasî krîz û nakokiyên demî jiyan jî nekarî hevsengiyên herêmê têk bibe. Di wê demê de cîhan du perçe bû. Ji ber vê nakokî û qeyrana modernîteya kapîtalîst her ku diçû kûrtir dibû û bazirganiya kurevî, sermaye û bazarderd dixwarin. Her wiha ewlekariya Îsraîlê jî ketibû xeterê.

Lê di salên 1990’î ande bi hilweşandina Sovyetê û derbasbûna Çinê ji xeta sosyalîst ber bi kapîtalîzmê ve, li Rojhilata Navîn fîtîla Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hate avêtin. Şerê Kendavê bû îşareta ewil a vê pêvajoyê. Bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re hem ji bo derxistina modernîteya kapîtalîst ji rewşa tengezariya kapîtalîzma gerdûnî û hem jî li herêmê xurtkirin û bandorkirina Îsraîlê şerê cîhanê ya nû dest pê kir. Di sala 2004’an de rejîma Baas a Iraqê hat hilweşandin û bi darvekirina Saddam re pergala federatîf a Iraqê 10 sal hate ceribandin. Hem leşkerî, hem siyasî, hem aborî, hem dîplomasî bi hemû aliyan hate ceribandin. Û di encamê de 7’ê Cotmeha 2023’an bi êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê biryara ji nû ve dizaynkirina herêmê hate dayîn. Di sala 2023’an de Filîstin (şerê Hamas-Îsraîlê), di sala 2024’an de êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê û hilweşandina rejîma Baas a Sûriyeyê ku piştî wê çêbû, vê yekê bi eşkere nîşan dide.

Şerê ku di 27’ê Mijdara 2024’an de bi pêşengiya HTŞ’ê dest pê kir, piştî 12 rojan bi ketina Şamê re li Sûriyeyê rejîmekî nû derxist holê. Lê hîna jî tevlîhevî, pevçûn û êrîşên komkujiyê yên li Sûriyeyê dewam dikin. Wisa xuya dike ku wê rewşa tevlîhevî û şer a li Sûriyeyê dewam bike. Wê pevçûnên mezhebî û etnîkî heta ku modernîteya kapîtalîst li hermê planên xwe bi encam bike, dewam bike. Ji ber vê yekê sala 2025’an nîşan dide ku wê şer li herêmê zêdetir be û belav be.

Ji ber ku çawa di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi navenda Tirkiye û Îranê re li herêmê dewletên netewe hatin avakirin, di vê pêvajoyê de jî di avakirina nû de ku tê xwestin li herêmê bê avakirin, pêwîstî pê hebe ku Tirkiye û Îran werin parçekirin. Hêzên kapîtalîst ên gerdûnî ji bo projeya BOP ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin, encamê bigre wê lez bidin êrîşên xwe yên li ser navendên dewlet netewe yên Rojhilata Navîn. Heta ku navend bên belavkirin wê êrîşên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê wê sala 2025’an bibe saleke ku şer dijwartir bibe û belav bibe. Lê ji bo ku ev pergala kaos û şer veguherînin zemîna aştî, xwişk- biratî, azadî û demkratîk wê firsendê mezin çêbibin. Gelên ku wê li dora paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” birêxistin bibin wê bi ser bikevin. Nexwe wê hemû avahî û dewlet yek bi yek hilweşin. Mînaka vê ya herî xuya li Sûriyeyê hat dîtin. Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her çiqas di bin gef û êrîşan de jiyan bikin jî veguherîn rastiya gel a serketî. Jiyana bi hev re ya gelên xwedî rêxistinî û azadîxwaz a li ser zemînekî demokratîk nîşan dide ku li hemberî hemû êrîş û krîzan xwedî hêzekî têk naçe ye. Û destê dostaniyê dirêjî gelan û welatê cîran dike.

Ji ber vê yekê di serî de Tirkiye, Îran û dewletên li herêmê dikarin dersê ji rewşa li Rojava rûdayî derxin û eger xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin wê hingî bikaribin xwe rizgar bikin. Nexwe roj, meh û salên di pêşiya me de parçe bibin. Ji ber vê yekê em ji rojên dîrokî derbas dibin. Eger Tirkiye dixwaze hebûna xwe bidomîne divê destê ku Rêber Apo dirêj dike bigire, xwe demokratîk bike û di serî de gelê Kurd divê mafên gelên li Tirkiyeyê dijîn nas bike. Eger xwedî li Rojavayê Kurdistanê û şoreşê derbikeve nayê hilweşandin û parçekirin. Nexwe wê Tirkiye hem di nava xwe de û hem jî di warê gelên etnîkî û mezheban de parçe parçe bibe. Tirkiye rawestgeha dawî ye. Yan wê trena demokrasiyê nerewîne yan jî wê rûbirûyê rastiya Tirkiyeya belavî bi dehan dewletên netewe yên federatif bûyî bibe. Ev rewş ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo Iraq, Îran û herêmê jî derbasdar e.

Yanî bi giştî, bi fêmkirin û pêkanîna paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” a Rêber Apo dikarin hevgirtina xwe biparêzin û xwe ji parçebûnê rizgar bikin. Nexwe wê bi dawiyeke bêrehm û teqez re rû bi rû bimînin. Ev yek wê bibe sedem ku bi milyonan kes jiyana xwe ji dest bidin, parçebûnên etnîkî, mezhebî, welatî, hestî, hizrî çêbibin, komkujî û şerên ku bi salan dewam bike çêbibin. Ji ber vê yekê jî eger di serî de Tirkiye û hêzên herêmê dixwazin bi qezencê û bêyî ziraê ji vê pêvajoyê derkevin, dikarin bi rast fêmkirin û pêkanîna paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” a Rêber Apo û xwedîlêderketina Rojava qezenc bikin.