Sirri Sureyya Onder: Em ê aştiyê ava bikin

Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Partiya Saadetê re daxuyanî da û diyar kir ku ew ê bi hev re aştiyê ava bikin û got, “Aştî bi ti kesî nade windakirin."

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re xebatên xwe didomînin. Şande di nava rojê de bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û herî dawî jî bi Partiya Saadetê re hevdîtin pêk anî.

Şandeya Îmraliyê ji Serokwekîlê Meclîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, pêk tê.

Piştî li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin hat kirin, daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Surreya Onder û Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan ve hat dayîn.

Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ew pêşniyar û hişyariyên Partiya Saadetê qebûl dikin.

Onder destnîşan kir ku ew ê piştî hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re daxuyaniyeke berfireh bidin û got, “Ji aştî û wekheviya vî welatî girîngtir tiştek nîne. Em ê vê saz bikin û em ê bi hev re bikin. Aştî bi ti kesî nade windakirin.”

Arikan jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, "Em ê hewl bidin ku di demeke nêz de tevkariya pêvajoyê bikin.”