Şahidê Qetlîama 38’an Dengbêj Silo Qiz rehmet kir

Dengbêj Silo Qiz ê hemû xizmên xwe di Qetlîama Dersimê ya 1938’an de wihda kir, di temenê 104’ê de rehmet kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Silo Qiz ê keman lêdida ku di Qetlîama Dersimê ya sala 1938’an de hemû xizmê xwe winda kir û bigotina ‘Ev wê me kêfxweş bike û ne kujîn’ îro li Dersimê rehmet kir.

Silo Qiz ê li Gundê Millî yê Dersimê bi tena xwe dijiya, weke kesekî êş û hemû bûyerên 1038’an hatîn pêkanîn li gorî îbadetên Elewî li Dersimê dike helbest û belavî hemû herêmê dikir, dihate naskirin.

Wê cenazeyê Silo Qiz sibe li gundê Millî bê veşartin.

SILO QIZ KÎ YE?

Silo Qiz li Dersimê nêzî sed sal in helbestan dihûne û hostayê kemanê ye. Hê di temenê 5 saliyê de bavê wî fêrî kemanê dike. Piştî demekê jî distire jî. Êş, kêfxweşî, serpêhatî û bûyerên bi serê gel hatî bi awayekî hostayî distire û dike huner. Piranî hunera xwe li dawet û cihên şînê yên gundan dike. Silo Qiz yek ji şahidê zindî yê serhildana Dersimê ya 1938’an bû. Piştî berxwedan û qetlîamê û şûnde straranên li ser wan dihûne.