20 hezar stranên Kurdî kire arşîv

Hozan Cewad Merwanî li dijî polîtîkayên qirkirina çandî ya li dij Kurdan 20 hezar stranên Kurdî tomar kir.

Hozan Cewad ku ji sala 1980’yî ve klaman dide hev tam kedkarê kulturê û stranbêjê gel e. Ji bo ku stranên Kurdan tomar bike bi salan e ku serê xwe diêşîne û kedê dide. Merwanî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ya li dijî dewleta Tirk û dewletên mêtinger ku bi salan dide, bi stranên xwe yên berxwedanê di nav vê têkoşînê de cih digire, li her welatê ku ji bo konsêran çûye karê xwe yê tomarkirinê didomîne. Merwanî dibêje, ‘straneke Kurdî ya resen ji bo min bi qasî mirovekî hêja ye’. Merwanî bi alîkariya TEV-ÇAND’ê hewl dide ku van stranan mayinde bike.

GUND BI GUND DIGERE

1984’an li Amedê Merwanî dikeve pêşbaziya stranan a radyoyeke xwecih, piştî ku bi ser dikeve ji xwe re teybeke biçûk û 100 kasêtên vala distîne. Rayedarên radyoyê ji Merwanî dixwazin ku biçe gundan û stranên berê yên Kurd bide ser hev. Merwanî ku li Êlih, Sason, Xerzan, Licê gund bi gund geriyayî, di encama xebatan bi mehan stranên berê yên Kurdan kom dike û ji bo ku bide radyoyê wan tîne Amedê. Lê hê beriya ku wan stranan bide, hin hevalên Merwanî yên di ku di hêla siyasî de bîrewer in dengê xwe li Merwanî dikin û dibêjin heke tu van stranan bidî radyoyê wê wan bikin Tirkî.

STRANÊN KURDÎ VEŞARTIN

Merwanî bi sedan kasêtên ku stranên Kurdî lê hatine tomarkirin nade radyoyê û wan vedişêre. Merwanî dibêje hê wê demê dewletê ciwanên Kurd dibirin konservatuaran hem jî bi rêya wan ziman û muzîka wan asîmîle dikir.

Merwanî dibêje li dinyayê hemû dewlet muzîk, berhemên xwe bi nivîskî û dijîtalî tomar dikin, arşîv dikin û got divê qanûn, rêgez û belgeya muzîka Kurdî jî hebe û ji bo ku muzîka Kurdî careke dî nikaribe were asîmîlekirin divê li nav refan cihê xwe bibîne.

BERHEMA PÊŞÎ

Cewad Merwanî berhema pêşî ya arşîva xwe, ku arşîva wî ji 20-25 hezaran pêk tê, bi navê ‘’Kilam Stranên Kurdî’ ji Weşanên Avesta dide çapkirin. Di nav pirtûkê de ku ji 124 stranan pêk tê, stranên ji dever û zaravayên cuda yên Kurdistanê hene. Di wê pirtûkê de ku 2007’an çap bûye li ser her parçeyê nota jî hene ku ev ev encameke xebateke zêde ye.

TOMARÊN LI RADYOYÊ KIRE ARŞÎV

Cewad Merwanî ku 2005’an bi TEV-ÇAND’ê çûyî Bexdayê, hinek pere jî dane û hemû stranên Kurdî yên li radyoya Bexdayê tomar kir. Her wiha stranên li radyoya Êrîvanê, dîsa li Îranê stranên Dengê Îrana Hebeşî Kurdî jî kire arşîv.Pirtûka duyemîn a stranbêj a bi navê "Stranên Rîtmîk ên Radyoya Êrîvanê’ a 900 rûpelî dawiya sala 2016’an bi alîkariya Şaredariya Mezin a Mêrdînê ji Weşanên Aramê derket."

BI DENGÊN RESEN HATINE ARŞÎVKIRIN

Li gel pirtûkên ku gotinên stranan û notayên wan hene, VCD’yeke dijîtal jî heye ku ji dengê resen pêk tê. Merwanî dibêje piştî nîqaşeke li TEV-ÇAND’ê wan biryareke wiha dane û û sedeam CD’kirinê jî wiha dibêje: "Li dijî asîmîlikirina muzîka Kurdî me dengê resen qeyd kirin. Ya dî jî piraniya Kurdan bi notayê nizanin. Lê dema ku dengê orjînal a van stanan hebe wê demê kes nikare van stranan bike yê xwe. Her wiha bila stranbêjên Kurd jî van stranan xira nekin, nekin ên xwe, gotin û muzîka wan xira nekin. Heke bi notayê nizanibin jî bi guhdarkirinê bila li gor rastiya wê wan şîrove bikin."

PEYAM JI STRANBÊJÊN KURD RE

Merwanî rexne li stranbêjên Kurd kir û got: "Stranbêjên me jî van berheman ji reseniya wan xira dike, navê şehîd û bûyerekê lê zêde dikin, bi rengekî ku li reseniya wê nayê wê şîrove dikin. Ev kar kirin rant. Ji kerema xwe, dijmin jixwe têra xwe qira çandî tîne, em jî nebin wek wan. Heke em bi notayan nizanibin, em dengên resen guhdar bikin û li gorî rastiya wê şîrove bikin."

Piştî weşandina Stranên Kurd û stranên Radyoya Êrîvanê berdewamiya pirtûkan 2 pirtûkên dî jî li ber weşanê ne.

BI STRANBÊJÊN JIN RE DUET

Cewad Merwanî ku bi dijîtalkirina stranên Kurd û nivîsandina wan, bi gotina wî 'ew ji mirinê xilas kirin' her wiha bi hin stranbêj û dengêjên jin re albûm jî derxistine. Di albûmên duetê de yên bi navê 'Dergûşa Stranan' û 'Aheng' de, ku ji hêla Mîr Multîmedî derketine, Merwanî bi Rojda, Chopy, Kewê, Zîna Botanî, Zeyno, Jînda Kanîreş, Bêrîvan, Feyrûşah, Zeyno re duet kiriye.

DIVÊ LI GORÎ RESENIYÊ WERIN GOTIN

Merwanî dibêje niha gelek stranbêjên mer xwe dixin şûna jinan û stranên jinan dibêjin û dibêje, ‘ev wiha nabe’ û didomîne: "Stranên duetê divê li gorî reseniya wê werin gotin. Zembilfiroş û Xatûn li qesrê jiyane lê ev du alî ye. Zembilfiroş jinekê gotiye. Ev destaneke mezin e. Niha li vir mêrek nikare hem xwe têxe şûna jinê û mêr û jin jî nikare vê bike. Albûma me jî bi vê mebestê ye ku em dixwazin wan ji hev veqetînin û werin ser sêhra berê."

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA