ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
Rêber Apo di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê de diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe û got: “Bi avêtina gavên nû re, di mijara bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê me tevan.” -
DEM Partiyê serdana CHP’ê kir: Bila komîsyonek were avakirin, daraza serbixwe bikeve dewrê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kirin û piştî hevdîtinê daxuyaniyek hevpar hate dayîn. -
Şandeya Îmraliyê wê bi Erdogan re bicive
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 7’ê Tîrmehê roja Duşemê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. -
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin kir. -
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re bi dawî bû
Hevdîtina 2,5 saetî ya Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêber Apo re bi dawî bû. -
Ji bo daxuyaniya gerîla ya bê kirin, ji qada navneteweyî eleqeyeke mezin heye
Ji bo daxuyaniya hêzên gerîla ya ji bo pêvajoyê, di asta navneteweyî de eleqeyeke zêde heye. -
Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. -
Franzitta: Modela konfederalîzma demokratîk a Birêz Ocalan yekane çareserî ye
Nûnerê navneteweyî yê COBAS’ê yê ji Îtalyayê Renato Franzitta ku ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê serdana Tirkiyeyê kir, diyar kir ku modela konfederalîzma demokratîk a li hemberî kapîtalîzmê yekane çareserî ye. -
ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakırhan: Em hikûmetê vedixwînin aqilê demokratîk
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Muglayê beşdarî civîna gel bû û bertek nîşanî operasyonên dijî şaredariyên CHP’ê da. Bakirhan, bang li hikûmetê kir û ew vexwande ser aqilê demokratîk û got, "Sîstemek bê demokrasî û hiqûq sûdê nade kesî." -
Rojnamevan Tîmur Soykan hate binçavkirin
Rojnamevan Tîmur Soykan bi hinceta parvekirinên xwe yên medya dijîtal hate binçavkirin. -
Ozel: Li hemberî siyaseta demokratîk şer îlan kirine
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî binçavkirina şaredaran da û got, "Ji bo sindoqên dengdanê ji holê rakin prova dikin. Ev îlankirina şer ne tenê li dijî me ye, di heman demê de li dijî siyaseta demokratîk e jî." -
Divê girtiyên nexweş bên berdan
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate xwestin ku girtiyên bi nexweşiya giran Ergîn Aktaş û Emîn Gurban bên berdan. -
Li Edene û Rihayê komxebatên ciwanan
Li komxebatên li Riha û Edeneyê çêdûbûn de, hat destnîşankirin ku dê ciwan di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de erka xwe bi cih bînin. -
Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê di hefteya pêş de bi Şandeya Îmraliyê re hevdîtinê bike û destnîşan kir ku ew pêvajoyê bi hesasiyet dişopînin. -
Li Bedlîsê çerxa gendeliyê: 36 mîlyon TL gendalî hate tespîtkirin!
Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê di axaftina xwe ya derbarê gendeliya li Nexweşxaneya Tetwanê de got, "Bêserûberiyeke mezin a 36 mîlyon TL heye. Perdeyên ku tê gotin hatine kirîn, tune ne. Piştî lêkolîna mufetîş, hin bijîşk ji kar hatin dûrxistin." -
Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev
Dayikên Şemiyê kujerên Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve bi êşkenceyê hatî qetilkirin, pirsîn û xwestin ku dawî li bêcezatiya di dosyayê de were anîn. -
Îlknûr Bîrol: Divê bendewarî bi gavên erênî werin destekkirin
Endama MYK a DEM Partiyê Îlknûr Bîrol, diyar kir ku jiyana demokratîk, wekhev û azad daxwaza tevahiya civakê ye û got, “Bendewariyên ku pêş dikevin, divê bi gavên erênî werin destekkirin.” -
DEM Partî: Aşitiya civakî û hêviyên çareseriyê hedef tên girtin
DEM Partiyê li hemberî binçavkirina şaredarên CHP’yî nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Em bi tu awayî van operasyonên ku bi sedemên siyasî tên kirin qebûl nakin. Bi zêdebûna bêhiqûqiyan zirara herî mezin li hêviya aşitiya civakî tê kirin.’’ -
DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
DEM Partiyê li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê, wê serdana Şaredariyên Bajarên Mezin ên Semsûr û Edeneyê bikin. -
Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
DEM Partî got, “Tê payîn ku di rojên pêş de di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê de komek li Herêma Kurdistanê hin gavan bavêjin.” DEM Partî di vê çarçoveyê de komeke nivîskarên quncikan vexwend çalakiyê. -
Wekîlê Şaredarê Buyukçekmeceyê Şahîn jî hate binçavkirin
Ahmet Şahîn ê ku li şûna Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun weke wekîl hatibû hilbijartin jî hate binçavkirin ku Hasan Akgun girtî ye. -
Şaredarên Semsûr û Edeneyê hatin binçavkirin
Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tûtdere hate binçavkirin û Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar hatin binçavkirin. -
ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tunç Soyer û Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Aslanoglu hatin girtin
Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya hatin girtin.