ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şandeya Parlamentoya Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
Raportorê Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewropayê û şandeya pê re têkildarî ‘rojeva qeyûm’ çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê. -
Rapora DEM Partiyê: Divê demildest hevdîtin bi Ocalan re were kirin
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê rapora binpêkirina mafan eşkere kir. Di raporê de bal kişandin ser qirkirina siyasî û hate destnîşankirin ku divê demildest hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. -
Li Wanê 3, li Enqereyê 15 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Wan û Enqereyê di serdegirtinan de 18 kes binçav kirin. -
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên dîplomatîk ên 31 welatan re rûniştin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên dîplomatîk ên 31 welatan re rûniştin. Di hevdîtinê de behsa tecrîda Îmraliyê û êrîşên li dijî Kurdan hate kirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Prof. Bozarslan: Nediyarî li benda Sûriyeyê ye
Prof. Hamît Bozarslan diyar kir, ku piştî ketina hikûmeta Şamê Sûriye ket bin kontrola avaniyeke îslamiya cîhadî û radîkal û got, rewşeke nediyar li pêşiya Sûriyeyê ye. -
Ozturk: Hedefa AKP’ê destketiyên gelê Kurd e
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku hedefa sereka ya AKP’ê tunekirina destketiyên gelê Kur ê li Sûriyeyê ye. -
Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Mersînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan jî di nav de 5 siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. -
'Hêzên sosyalîst divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin'
Hevserokê Stenbolê yê DEM Partiyê Mûrat Kaymaz got, tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, hêzên muxalîf û demokrasiyê divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. -
ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Mazlûm Abdî: Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di serdemeke awarte re derbas dibin û got: "Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Ji bo agirbesteke mayînde bi rêya koalîsyona navneteweyî bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.” -
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê li Enqerê ye
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken ji bo bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan re hevdîtinê bike hat Enqereyê. -
ÎHD: Me serî li ber tu desthilatdaran netewand, em ê netewînin!
Parêzvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li ber Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza serbestberdana Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran ên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin, kirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Kurd li herêmê garantî ye, ne gef e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku piştî serdana Partiya Saadetê axivî, diyar kir ku Kurd ji bo herêmê garantî ye, ne gefa ewlekariyê ye. -
Omer Ocalan: Abdullah Ocalan got, 'Em di pêvajoyeke dîrokî de ne'
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; Em dikarin vê pêvajoya dîrokî veguherînin aştiyeke bi rûmet." -
DEM Partî: Deriyên Îmraliyê bê vekirin wê aştî bê Tirkiye û Rojhilata Navîn
Parlamenterên DEM Partiyê êrîşên dagirkeriyê li ber Meclîsê şermezar kirin. Wekîlan gotin, "Deriyên Îmraliyê vekin. Deriyan vekin ku aştî bê herêmê û Tirkiyeyê." -
Milîsên HBDH’ê li Stenbol û Bûrsayê çalakî pêk anîn
Milîsên Sevda Çagdaş ên HBDH’ê ragihandin ku wan li dijî dagirkeriya li ser Rojava, li Stenbol û Bûrsayê çalakiyên sabotajê lidar xistine. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ji bo Îmraliyê serlêdana lezgîn li CPT hate kirin
Parêzerên Rêber Apo ji bo serdana girtîgeha Îmraliyê serî li CPT dan. -
Ji bo azadiya Rêber Apo 'Projeya Deklarasyonê'
Li Arjantînê ji bo azadiya Rêber Apo Projeya Deklarasyonê hate destpêkirin. Bi projeyê re daxwaza azadiya Rêber Apo û zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd tê kirin. -
ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê hatin protestokirin
Li Bagcilar û Okmeydaniyê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin û peyama xwedîlêderketina Rojava hatin dayîn. -
DKP/BOG: Em ê Şoreşa Rojavayê biparêzin
Desteya Navendî ya DKP/BOG'ê: "Divê em destûr nedin ku çete Şoreşa Rojavayê mehkûmê tarîtiyê bikin. Em ê jêmayên DAÎŞ'ê paqij bikin û Şoreşa Rojavayê biparêzin." -
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê diçe Tirkiyeyê
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken roja Înê diçe Tirkiyeyê û wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtinê bike. -
Vîldan Dogan: Divê muxalîfên Tirkiyeyê jî Rojava biparêzin
Hevberdevka DBP'ê ya Herêma Marmarayê Vîldan Dogan bal kişand ser êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li ser Rojava û got, ne tenê Kurd her wiha divê hêzên muxalîf ên li Tirkiyeyê jî li ber vê yekê rabin.