Hevberdevka DBP'ê ya Herêma Marmbarayê Vîldan Dogan anî ziman ku dewleta Tirk li gel qetilkirina mirovên sivîl her wiha êrîşî saziyên sivîl dike û destnîşan kir ku divê ev rastî neyê jibîrkirin: "Weke ku Birêz Abdullah Ocalan beriya bi salan got, 'feraseta netewe dewletê zû yan jî dereng wê hilweşe'. Ev rastî bi hilweşîna rejîma Baasê careke din hate dîtin."
Hevberdevka Herêma Marmbarayê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Vîldan Dogan ji ANF'ê re axivî û anî ziman, bi êrîşên dawî re hilweşîna rejîma dîkta ya Baasê di nava 12 rojan de pirseke mezin e. Vîldan Dogan diyar kir ku ji bo fêhmkirina vê pêvajoyê divê ji gelek aliyan ve bê nirxandin û got, "Êrîşa 7'ê Cotmehê ya Hamasê. Êrîşa Îsraîlê ya dema dawî li ser Hamas û Hîzbûllahê. Agirbesta li Lubnanê. Vekişîna Rûsya û Îranê ya ji Sûriyeyê, bêyî bersivdayinê. Bêdengiya DYE'yê. Divê ev hemû bi hev re bêne nirxandin."
'ARMANCA DEWLETA TIRK TINEKIRINA DESTKETIYÊN KURDAN E'
Dogan ragihand ku Tirkiyeyê di vê demê de li dijî destketiyên Kurdan dest bi êrîşan kiriye û got, "Bêguman dewleta Tirk wê di vê pêvajoyê de heta jê bê ji bo tinekirina destketiyên Kurdan êrîşî herêmê bike. Di vê demê de kku rejîm hilweşiya ye, yekane dewleta ku neçareseriyê ferz dike dewleta Tirk e. Armanca dewleta Tirk tinekirina destketiyên Kurdan e. Li gel qetilkirina mirovên sivîl, her wiha êrîşî saziyên sivîl jî dike. Divê ev rastî neyê jibîrkirin; Birêz Abdullah Ocalan beriya bi salan gotibû, 'feraseta netewe dewletê zû yan jî derew wê hilweşe'. Rastiya vî fikrî bi hilweşîna rejîma Baasê re careke din hate dîtin."
'DIVÊ EM BI HEV RE LI BER ÊRÎŞAN RABIN'
Dogan anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan wê dewam bikin û destnîşan kir ku bi taybetî hêzên muxalîf ên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de divê Rojava biparêzin û li ber êrîşan rabin. Dogan got, "Diyar e dewlet a ku naxwaze Kobanê û Minbic azad bimîne û li ser tinekirina Kurdan ava bûye, wê êrîşên xwe hîn giran bike. Ne tenê Kurd her wiha divê hêzên muxalîf ên li Tirkiyeyê, gelên bindest li ber vê yekê rabin û bibin yek."