DKP/BOG: Em ê Şoreşa Rojavayê biparêzin
Desteya Navendî ya DKP/BOG'ê: "Divê em destûr nedin ku çete Şoreşa Rojavayê mehkûmê tarîtiyê bikin. Em ê jêmayên DAÎŞ'ê paqij bikin û Şoreşa Rojavayê biparêzin."
Desteya Navendî ya DKP/BOG'ê: "Divê em destûr nedin ku çete Şoreşa Rojavayê mehkûmê tarîtiyê bikin. Em ê jêmayên DAÎŞ'ê paqij bikin û Şoreşa Rojavayê biparêzin."
Desteya Navendî ya DKP/BOG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Di Konjoktura Şerê 3'emîn ê Emperyalîst de, êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Sûriye û Rojavayê zêde bûne. 27'ê Mijadrê bi piştgiriya faşîzma AKP-MHP'ê, êrîşên dagirkeriyê yên hevdem ku HTŞ'ê li dijî rejîma Sûriyeyê û çeteyên SMO'yê li dijî Til Rifet û Mincibê dan destpêkirin, bi hilweşîna rejîma 61 salane ya BAAS'ê û berxwedana birûmet ya gelê Kurd û QSD’ê didome. "
'DEWLETA TIRK JIN Û ZAROK QETIL KIRIN'
Dewama daxuyaniyê wiha ye:
"Erdoganê faşîst û desthilata wî, piştgiriyeke bêkêmasî daye çeteyên jêmayên DAÎŞ'ê û hêj di kêliyên destpêkê de diyar kiriye ku ew ê li kêleka hikûmeta nû ya Sûriyeyê be. Erdoganê faşîst, planker û rêveberî veşartî yê van êrîşên dagirkeriyê ye. Berdêla lihevkirinên qirêj ên emperyalîzma navneteweyî gelên Sûriye û Rojavayê didin.
Ji destpêka şerî heta niha, bi dehan jin û zarok di encama bombebaran, êrîşên hewayî û êrîşên çeteyan de hatin qetilkirin. Hêzên paramîlîter ên faşîzma AKP-MHP'ê tu carî xwe ji sûcên şer nedane paş. Hemû dewletên qaşo demokratîk ên cîhanî, bi awayekî bêdeng li van qetlîaman temaşe dikin.
Faşîzma Tirkiyeyê û Siyonîzma Îsraîlê rageşiyên navneteweyî ji xwe re wekî derfetekê dîtine û hewlên xwe yên dagirkirinê zêde kirine. Qaşo bi hinceta ewlehiya xwe ji aliyekî ve Tirkiye ji aliyê din ve jî Îsraîl bi rêya çeteyan, axa Rojava û Sûriyeyê dagir dikin. Ev her du dewletên kujer yên Rojhilata Navîn, rasterast ji aliyê emperyalîzmê ve tên parastin û wisa tevdigerin.
Di serî de Minbic, QSD û hêzên girêdayî QSD'ê berxwedaneke destanî pêşkêş kirine û dijmin qels kirine. Niha piştî Minbicê, çete û dewleta faşîst gef li Kobanê û axa Rojavayê dixwin. Xilasiya çîna karker, kedkar û bindestan ji xwerêxistinkirinê û yekgirtina li dor ala Şoreşa Yekgirtî derbas dibe. Divê em destûr nedin ku çeteyên cîhadîst-selefî yên ku rejîma faşîst a Erdogan piştgiriya wan dike, Şoreşa Rojavayê mehkûmî tarîtiyê bikin.
Divê çîna karker û kedkar a Tirkiyeyê Şoreşa Rojavayê bi tenê nehêle. Divê li metropolên Tirkiyeyê piştgiriya bo Şoreşa Rojavayê mezin bikin. Em ê jêmayên DAÎŞ'ê paqij bikin û Şoreşa Rojavayê biparêzin!"