Tulay Hatîmogûllari: Kurd li herêmê garantî ye, ne gef e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku piştî serdana Partiya Saadetê axivî, diyar kir ku Kurd ji bo herêmê garantî ye, ne gefa ewlekariyê ye.

SERDANA DEM PARTIYÊ

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan di çarçoveya serdana li partiyên muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl de serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan kirin.

Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saatê Mahmût Arikan û heyeta pê re hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan daxuyaniyek dan.

Tulay Hatîmogûllari got, "Di vê demê de, me ji bûyerên li Sûriyeyê diqewimin careke din dît ku avakirina aştiyê li Tirkiyeyê gelekî girîng û lezgîn e. Ji bo ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û li ser bingeheke aştiyane bê çareserkirin gelekî girîng e ku her partiyeke siyasî û dînamîkên civakî tevlî vê hewldanê bibin. Em di demeke welê de ne ku wezîfe û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me hemûyan.

Dema ku em qala aştiya navxweyî û çareseriya pirsgirêka Kurd dikin, di nava civakê de ji aliyekî ve weke têgihiştineke diyalog wê pêk were tê afirandin. Lê belê di heman demê de em li tayînkirina qeyûman rast tên. Em bang li Serokê Meclîsê Birêz Nûman Kûrtûlmûş dikin; divê guh bide dengê 10 partiyan û vê qanûna ku ji ber Rewşa Awarte maye ji holê rake.

Avakirina Sûriyeyê, tevlîkirina hemû gel û baweriyan li avakirina Sûriyeya demokratîk, ji bo destpêkirina destûreke bingehîn a demokratîk gelekî girîng û lezgîn e. Em ji vê derê vê bangê dikin.

Kurd ji bo herêmê garantî ye, ne gef e. Tirkiye dema ku siyaseta xwe diyar dike, divê li ser vê xetê tevbigere."

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Arikan jî spasiya heyeta DEM Partiyê kir ku serdana wan kir.