Êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê hatin protestokirin
Li Bagcilar û Okmeydaniyê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin û peyama xwedîlêderketina Rojava hatin dayîn.
Li Bagcilar û Okmeydaniyê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin û peyama xwedîlêderketina Rojava hatin dayîn.
Rêxistinên navçeyên Stenbolê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti), li Bagcilar û Okmeydaniyê êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Di çalakiya li pêşiya avahiya Bagcilar ya DEM Partiyê de pankarta "Li Rojava sûcê mirovahiyê tê kirin, ji sûcê mirovahiyê re na" hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Şer sûcê mirovahiyê ye" hatin berzkirin.
Rêxistinên Beşîktaş, Beyoglu û Şîşliyê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya li Okmeydaniyê kom bûn û pankarta "Ji qetlîamên sivîlan re bêje na" û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Ji şer re na, aşîtî aniha" hatin berzkirin.
Hevserokê Navçeya Beyogluyê Arîf Yilmaz li vir daxuyaniya hevpar xwend û got: "Ji 8'ê Kanûnê ve hebûna rejîmeke otorîter ku daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelên Sûriye û Rojava tune dihesibandin bi dawî bû."
Yilmaz diyar kir ku ji bo pêşeroja demokrastîk a Sûriye û Rojavayê derfeteke dîrokî peyda bûye û wiha dewam kir: "Bi taybet ji 27'ê Mijdarê ve hedefgirtina Rojavayê tevî ku bandoreke xirab li pêvajoyê dike, krîza li Sûriyeyê kûrtir dike. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, di serdemek wiha de ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dê li ser xeteke nû pêş bikeve, hedefgirtina Rojavayê nayê qebûlkirin. Em gelek baş dizanin, armanca van êrîşan modela jiyana demokratîk a Rojava ye. Her wiha di hedefa êrîşan de ruhê têkoşîna enternasyonalîst, modela jiyana demokratîk û şoreşa jinan heye. Hedefgirtina Rojava ne tenê dahatûya gelê Kurd, gefê li dahatûya gelên Sûriyeyê jî dike.
Em ê bi awayê herî xurt parastina Rojava bidomînin. Bi vê boneyê ez dixwazim diyar bikim ku em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vê têkoşînê li hemê qadên xwe yên rêxistinkirî mezin bikin.”