Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê diçe Tirkiyeyê
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken roja Înê diçe Tirkiyeyê û wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtinê bike.
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken roja Înê diçe Tirkiyeyê û wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtinê bike.
Li gorî agahiyan Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken wê roja Înê biçe Tirkiyeyê.
Blinken di çarçoveya serdana fermî de wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re li ser mijarên herêmî nîqaşê bike.
Tê gotin, pêwendiya vê hevdîtinê bi rewşa aloz a li herêmê û danûstandinên dîplomatîk heye ku dema dawî zêde bûne.
Li gorî agahiyan, hevkariya aborî ya navbera DYE û Tirkiyeyê, meseleyên ewlekariyê û di serî de Sûriye gelek mijarên cuda rojeva hevdîtinê ne.