ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 5'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêveberê DEM Partiyê Gucenmez hate binçavkirin
Rêveberê DEM Partiyê ya Mêrsînê Ahmet Gucenmez hate binçavkirin. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Hasîne Tekîn mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Hasîne Tekîn ku li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Seyhan a Edeneyê mewlûd hate dayîn. -
Salvegera 88'an a Terteleya Dersimê: Çerag hate pêxistin, meşa bi bêdengî pêk hat
Di salvegera 88'an a Terteleya Dersimê de kesên hatin qetilkirin hatin bîranîn û li Gola Çeto ya li navenda Dersimê merasîma çeragê hate lidarxistin. -
Sirri Sureyya Onder tê oxirkirin
Ji bo birêkirina Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder merasîm tê lidarxistin. -
Ji bo oxirkirina Sirri Sureyya Onder girseya gel tê AKM'ê
Ji bo tevlîbûna li merasîma ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder gelek kes tên AKM'ê. -
Ahmet Turk: Bila soza me ji te re be ewlad em ê rêya xwe dewam bikin!
Endamê Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk peyama, “Wefata Sirri Sureyya Onder ê hêja, windahiyeke mezin e. Lê ewlad, bila soza min be ku heta roja em digihijin hev dê ev rê bidome... bila soz be.” -
KNK'ê têkildarî Onder peyama sersaxiyê weşand
KNK'ê ji ber wefata Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji DEM Partiyê û malbata Onder re sersaxî xwest. -
Çam ê ku rojê 20 dermanan dixwe, li benda berdanê ye!
Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam dewam dikin. Keça wî Şemal Çam anî ziman ku bavê wê Çam rojê 20 dermanan dixwe û got, "Rojek berî rojekê divê bê berdan." -
Parêzer Bînbîr: Girtî bi rengekî kêfî nayên berdan
Hevbedevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Zekî Bînbîr anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku ji çar paran sê parê cezayê wan qediya ye, bi rengekî nehiqûqî ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve nayên berdan. -
ROJEVA 4'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêber Apo: Hêviya Sirri Sureyya Onder wê ti carî nîvî neyê hiştin
Rêber Apo di peyama sersaxiyê ya ji bo Sirri Sureyya Onder şand de wiha got: “Kevneşopiya Anatoloyê û Tirkmenan zarokekî mezin winda kir”, "(Ew) nasnameyek û çandeke aştiyê ya rastîn bû," "Ev hêvî tu carî nîvî nayê hiştin." -
Sersaxiya ji bo Onder tê qebûlkirin: Têkoşîna wî rê nîşanî me dide
Ji bo Sirri Sureyya Onder ê jiyana xwe ji dest da li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê di sersaxiyê de axivî û got: Têkoşîna wî ya ji bo aştiyê rê nîşanî me dide.” -
Gel ji bo Onder diçin nexweşxaneyê
Gelek kes ji bo Sirri Sureyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest da hatin nexweşxaneyê. Sersaxî wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bên qebûlkirin. -
Li Dersimê 3 kes hatin girtin
Sê kesên ku duh li Pêrtagê hatibûn binçavkirin, bi tawanbariya ”alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin. -
Cenazeyê Sirri Sureyya Onder wê di 5’ê Gulanê de bê veşartin
Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wê di 5'ê Gulanê de li Goristana Zîncîrlîkûyûyê were veşartin. -
DEM Partî: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bi ser bixin
DEM Partî derbarê Sirri Sureyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û got, "Ji bo serketina têkoşîna aştiyê ya ku wî bi berdêla canê xwe domand, şertê girêdana bîranîna wî ye.” -
DEM Partî hemû bernameyên xwe betal kir
Hevserokên DEM Partiyê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û Koma Meclisê hemû bernameyên xwe betal kirin û ji bo sersaxiya Sirri Sureyya Onder ber bi Stenbolê ve bi rê ketin. -
Sirri Sureyya Onder bû ziman, bîr û wijdanê gelê Kurd
Sirri Sureyya Onder yek ji siyasetmedarên herî girîng ê ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de karibû "navbeynkarî” bike bû û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girt. Rola wî ya di Şandeya Îmraliyê de bû sembola serdema ku Tirkiye herî nêzîkî aştiyê bû. -
Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Li Amed, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hatin lidarxistin
Li Amed, Îzmîr û Stenbolê di çarçoveya kampanyaya 'Diyalogên bi jiyana azad re' bi pêşengiya TJA'yê çalakî hatin lidarxistin. -
‘Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku di çarçoveya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de li ber Wezareta Edaletê meş û daxuyanî dan, xwestin zextên hiqûqî yên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê bi dawî bibin û peyama "Rojnamevanî ne sûc e" dan. -
PÎK: Em Komkujiya Dêrsimê ji bîr nakin!
Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) bi daxuyaniyekê kesên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin bi bîr anîn û got: ‘’Di vê komkujiyê de bêyî cudahiya jin, zarok, kal û pîran li hemberî gelê Dêrsimê hovîtî û jenosîdek hate kirin.’’ -
Aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku 33 sal berê di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn. -
Înîsiyatîfa Gelo Agahiya Te Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
Bo boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê a Cîhanî, Înîsiyatîfa Gelo Agahiya Te Heye ku li ser rojnameyên BirGun, Yenî Yaşam û Evrenselê bi yek manşetê derdikeve, got: ‘’Hûn nikarin me bê deng bikin.’’