ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê bi hinceta ‘strana Kurdî' 3 kes hatin girtin
Li Stenbolê 3 kesên ji ber ku stranên Kurdî hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. -
Di nobeta li dijî desteserkirinê de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Di nobeta li dijî desteserkirinê ya li qada Şîşhaneyê hatiye destpêkirin de rojnamevanên hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Li gelek bajaran qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin
Di çalakiyên şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin û gotin, “Di her şert û mercî de wê dengê heqîqetê bilind bibe.” -
Bayindir: Çarenûsa gelê Kurd girêdayî azadiya Abdullalh Ocalan e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê polîtîkaya tecrîdê ye û wiha got: “Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne.” -
Gulistan Koçyîgît: Tirkiyeyê bi qetilkirina rojnamevanan sûcê şer kir
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Tirkiyeyê bi qetilkirina xebatkarên çapemeniya azad sûcê şer kir.” -
Emîne Şenyaşar çawa ji nexweşxaneyê derket, çû Meclîsê
Emîne Şenyaşar piştî ji nexweşxaneyê tabûrcû bû, ji bo ku têkoşîna xwe bidomîne çû Meclîsê. -
Zozan Bekir: Desthilatdarî ji hêza jinan ditirse
Endama Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna jinê wê dawî li sîstema desthilatdariyê bîne û got, “Bi hedefgirtina rojnamevanan wê nekaribin dengê me qut bikin.” -
Hevserokê ÎHD'ê bang li hikumetê kir
Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban bang li dewlet û hikumetê kur ku polîtîkayên xwe yên heyî biterikînin û li wan polîtîkayana vegerin ku xizmetê ji aştiya civakî re dikin. -
ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî rabûna tecrîdê ye
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiyê de hate gotin ku çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî rabûna tecrîdê ye. -
YPC’ê li Îzmîrê embarek îmha kir
YPC’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku yekîneyên wan di 17’ê Tebaxê de li Îzmîrê embara A101’ê îmha kiriye û peyama, “Em ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana azad di nava refên berxwedanê de li hev bicivin" da. -
Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
Li gundê Hespîst ê navçeya Hezexê 2 ciwan di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. -
Li Misrê panel: Rêber Abdullah Ocalan divê azad bibe
Rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên Misrî panelek lidar xistin û gotin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Lehî û hezaz: Mirî û birîndar hene
Li Kirşehîr, Kayserî, Sêwaz, Konya, Nevşehîr û Mereşê ji ber lehî û hezazê xisareke madî rû da û gelek kes winda bûn. -
Hêzên Heşdî Şabî bi sedan wesayitî derbasî Germiyanê bûn
Hêzeke mezin a Heşdî Şabî ku ji sedan wesayit û çekên giran pêk dihat, li nehiya Kuleco ya Germiyanê hate bicihkirin. -
Ji HBDH'ê çalakiyên li dijî tecrîd û dagirkeriyê
Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Stenbolê çalakî lidar xistin. -
ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina îradeyê di roja 70’an de ye
Nobeta ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê tê girtin, di roja 70’an de ye. Di nobetê de bang hat kirin ku li her derê welêt li dijî desteserkirina îradeyê dengê xwe bilind bikin. -
Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin
DFG, MKG û DÎSK Basin Îş têkildarî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Amedê daxuyaniyek hevpar dan û bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin. -
ÎHD’ê bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan da
ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî qetilkirina du rojnamevanên li Silêmaniyê da û got: “Kedkarên çapemeniya Kurd hê jî dibin hedefa bombebaranan.” -
Rewşa girtiyên nexweş Fadîme Çelebî, Cankiliç û Kuday giran e
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa Fadîme Çelebî, Muharrem Cankiliç û Abdulkadîr Kuday giran e û peyama “Divê demildest bên berdan” hate dayîn. -
Dewleta Tirk li wesayîta malbateke Ereb xist: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker li Duhokê êrîşî wesayîta malbateke Ereb kir. Hat diyarkirin ku birîndar hene. -
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Yaşar hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Yaşar hatin ba hev ku beriya 30 salan hatî berdan û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin revandin û car din agahî jê nehate girtin. -
Emîne Şenyaşar ket emeliyetê: Ez ê çalakiya xwe dewam bikim
Emîne Şenyaşar a ku li Meclîsê Nobeta Edaletê didomîne, beriya ji bo emeliyat biçe nexweşxaneyê daxuyanî da û got: “Kurê min berdin, yan ez ê bi rewşa xwe ya emeliyatê ve jî çalakiya xwe bidomînim.”