Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Yaşar hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Yaşar hatin ba hev ku beriya 30 salan hatî berdan û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin revandin û car din agahî jê nehate girtin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan cara 1013’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hate pirsîn. Mehmet Yaşar 28’ê Sibata 1994’an li navçeya Gever a Colemêrgê piştî hate binçavkirin, êdî agahî jê nehate wergirtin. Yaşar bavê 6 zarokan e.

Xizma Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatî windakirin, Setenay Yarici daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Di çalakiyê de keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hatî windakirin, Jiyan Tosun nameya zarokên Mehmet Yaşar xwend.

Di dawiya çalakiyê de qurnefîl hatin danîn.