Li Misrê panel: Rêber Abdullah Ocalan divê azad bibe

Rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên Misrî panelek lidar xistin û gotin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

PANELA JI BO ABDULLAH OCALAN

Înîsiyatîfa Ereb a Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de duh (24’ê Tebaxê) li bajarê Qahîre yê Misrê panelek lidar xist.

Panel li ser mijara “Abdullah Ocalan: Ji revandinê heya afirandina fikrî, îradeyeke rû bi rûyê girtinê” hate lidarxistin. Alîkarê Serokatiya Navendî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb rojnamevan Mecdî Deqaq, Dr. Muxtar El Xebaşî, Prof. Mihemet Rifat Îmam, endamê Konseya Karên Derve ya Misirê û akademîsyenê têkîliyên navneteweyî û dîrokî ya hemdem Demhur Bemser, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Bahadin Şaban û akademîsyenê hiqûqa navneteweyî Raide Zebhani, gelek rewşenbîr, akademîsyen û hiqûqnas beşdarî panelê bûn.

Berdevkê 'Înîsiyatîfa Ereb a Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî' Îlhamî El Milêcî serokatiya panelê kir.

‘JI BO AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ, DIVÊ GAV BÊNE AVÊTIN’

Di panelê de fikrên azad û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin. Beşdaran tecrîda mutlaq jî nirxandin û diyar kirin ku tecrîd li dijî qanûn û standartên navneteweyî ne. Beşdaran destnîşan kirin ku darizandina Abdullah Ocalan siyasî ye û ji hiqûqa navneteweyî dûr e. Bal hate kişandina ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sîstema Îmraliyê. Beşdaran bang kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê gavên aktîf bêne avêtin.

DI DAWIYA PANELÊ DE BANG HATIN KIRIN

Panel bi beşa encamê bi dawî bû. Di beşa encamê de ev tişt hatin gotin:

“Em li ser esasê baweriya xwe ya ji têkoşîna adil û rewa re, di encama panelê de bal dikişînin ser van xalan:

1- Abdullah Ocalan divê weke mînaka têkoşîn û berxwedanê, were xelatkirin. Em bi Abdullah Ocalan serbilind in. Abdullah Ocalan sembola têkoşîna mafên gelê Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Têkoşîn û berxwedana wî ya li dijî despotîzm û zordariyê, hêza îradeya mirov a li dijî astengiyan nîşan dide.

2- Divê rêz ji mafên wî yên mirovî re were girtin. Em tedbîrên tund ên li hemberî Abdullah Ocalan, tecrîda mutlaq û şert û mercên dermirovî yên li Girtîgeha Îmraliyê bi tundî şermezar dikin. Em bang dikin ku dawî li cihêkariyê were. Divê destûr were dayîn ku parêzer û malbat bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji bo berdana Abdullah Ocalan zextê li hikûmeta Tirk bikin.

3- Banga darizandina adil. Darizandina Abdullah Ocalan adil û bêalîgir nebû. Dozeke siyasî bû û ji qûralên hiqûqê dûr bû. Di dema rûniştinê de standartên mirovî û peymanên navneteweyî, hatin binpêkirin. Em bang dikin ku heya Abdullah Ocalan tê berdan, divê li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî di dadgeheke serbixwe de were darizandin.

4- Divê piştgiriya navneteweyî ji gelê Kurd re bê dayîn. Ji bo mafên siyasî, çandî û civakî yên gelê Kurd bên biserxistin, divê piştgiriya navneteweyî were pêşxistin. Em hemû êrîşên hikûmeta Tirk ên li hemberî Kurdan şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku eger hikûmeta Tirk binpêkirina mafên mirovan bidomîne, bila ceza bike.

5- Divê têkoşîna îdeolojîk û mirovî bê domandin. Em banga domandina belavkirina fikrên Abdullah Ocalan dikin. Abdullah Ocalan ji bo cîhaneke demokratîk, edalet û azad bang dike. Her wiha ji bo jiyaneke hevpar di navbera hemû ol û kokên etnîk de banga diyalogê dike. Berhemên Abdullah Ocalan fikir û mîrateyeke mirovî ne ku divê ji nifşên siberojê re were fêrkirin.

6- Divê komîteyên mafên mirovan ên navneteweyî bên avakirin. Em bang dikin komîteyên hiqûqî yên navneteweyî bên avakirin da ku doza Abdullah Ocalan veguhezin qada naveteweyî û heya ku edalet pêk tê, dozê bişopînin.

7- Em bang li saziyên navneteweyî dikin. Em bang dikin ku serlêdana giliyeke fermî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî, sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bê kirin ku têkildarî binpêkirinên li hemberî mafên Abdullah Ocalan, lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin û ji bo berdana wî bixebitin.

Em bi têkoşîna rewşenbîr Abdullah Ocalan serbilind in. Têkoşîna wî dê di dilê hemû şervanên azadiyê yên cîhanê de bijî. Têkoşîna wî ji bo hemû mirovahiyê, azadî û edaletê ye.”