Hêzên Heşdî Şabî bi sedan wesayitî derbasî Germiyanê bûn

Hêzeke mezin a Heşdî Şabî ku ji sedan wesayit û çekên giran pêk dihat, li nehiya Kuleco ya Germiyanê hate bicihkirin.

VEGUHESTINA HEŞDÎ ŞABÎ

Hate ragihandin ku hêzeke mezin a Heşdî Şabî ya ji sedan wesayitên zirxî û çekên giran, danê sibehê ber bi nehiya Kuleco ya li Îdareya Germiyanê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyan, ev hêz ji bo kontrolkirina qada petrolê ya bi navê Gilabat-Qumre tê naskirin ji herêmê re hatiye veguhestin.

Qada petrolê ya navborî niha di bin kontrola Polîsên Federal de ye.

Hate ragihandin ku hêza Heşdî Şabî ji bo bidestxistina kontrola qada petrolê ya di destê Polîsên Federal de ye, li herêmê ye.

Her wiha li gorî agahiyan, hêzên Heşdî Şabî niha li qada petrolê li dewriyeyê digerin.