Emîne Şenyaşar çawa ji nexweşxaneyê derket, çû Meclîsê
Emîne Şenyaşar piştî ji nexweşxaneyê tabûrcû bû, ji bo ku têkoşîna xwe bidomîne çû Meclîsê.
Emîne Şenyaşar piştî ji nexweşxaneyê tabûrcû bû, ji bo ku têkoşîna xwe bidomîne çû Meclîsê.
Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, piştî emeliyata derbas kiriye, ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin. Şenyaşar li şûna ku bêhna xwe vede serê sibê hat li odeya kurê xwe, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar.
Şenyaşar a li vê derê daxuyaniyekî kurt daye destnîşan kir ku ew piştî qetlîamê tim aciz dibe û anî ziman ku ew ji roja çalakiyê daye destpêkirin heya niha 4 caran emeliyat derbas kiriye. Şenyaşar da zanîn ku piştî qetilkirina malbata wê, tu sûcê kurê wê Fadil Şenyaşar ê hatiye girtin nîn e, tevî hemû cîhanê vê yekê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dizane û wiha got: “Çima wisa dikin? Hinekî biwijdan bin û kurê min berdin.”
Şenyaşar bi bîr xist ku ew hêj jî çav li riya kurê xwe dike û wiha pê de çû: “Dema mirov emeliyat dibe, diçe nav zarokên xwe. Lê belê ez naçim, ez ê li Meclîsê bim. Serokê Meclîsê soz da min. Heya ez zarokê xwe negirim jî ez ê neçim. Bila zarokê min berdin, da ku ez jî biçim li mala xwe. Êdî wan em jî kuştin, bes e.”