BI DÎMEN

Ji HBDH'ê çalakiyên li dijî tecrîd û dagirkeriyê

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Stenbolê çalakî lidar xistin.

ÇALAKIYÊN HBDH'Ê

Milîsên Atakan Mahîr ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyan ev agahî dan:

"Sibeha 4'ê Tebaxê li Emînonu ya Stenbolê beşa depo ya ku weke qada şuştinê ya Otela Şehîr dihate bikaranîn bû hedefa milîsên me. Agir bi depoyê ket û bi temamî şewitî.

23'ê Tebaxê nîvê şevê saet di 01:00 de li Stenbolê, depoya Otela Grand Star a li Siraselvîlerê hate şewitandin. Di encama çalakiyê de depo bi temamî şewitî û xisara madî ya cidî hate tespîtkirin.

Di encama herdu çalakiyan de tûrîstên li otelan û derdora wê otel terikandin."