KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YRK’ê şehadeta gerîla Reşît Rojhat eşkere kir
YRK’ê şehadeta gerîlayekî xwe Reşîd Rojhat ku di 7’ê Adara 2024’yan de di encama qezayekî de tevlî karwana şehîdan bû eşkere kir û diyar kir ku ji bo pêkanîna hemû armanc û xeyalên şehîdên xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin. -
Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -III
Bermal (Guler Ortaç) ku sala 1967'an li Yolagzi ya Êlihê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Bermal ku jineke wêrek û têkoşer bû, sala 1988'an tevlî nava PKK'ê bû. 29'ê Cotmeha 1996'an li Sêwasê di çalakiya fedaî de şehîd bû. -
Girtiyê nexweş Tursun 32 sal şûnde hat berdan
Girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Hakki Tursun (60) piştî 32 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Tursun diyar kir ku hîn jî bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de hene û got, "Ger ku heta niha li ser piyan mabim ev yek bi saya mirovê mezin Rêber Apo ye." -
Dewleta Îranê Fuad Elîxanî yê Rojhilatî bi êşkenceyê qetil kir
Li gorî malpera 'Dengê Girtiyên Kurd û Îranî', hêzên dewleta Îranê roja 23ê Hezîranê welatiyê Kurd Fuad Elîxanî yê 41 salî li Girtîgeha Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê qetil kir. -
Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
4 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li Amedê hatin binçavkirin. -
Şewata li Mehsertê hate vemirandin
Şewata ku doh êvarê li herêma Omerya ya Mêrdînê rû da, hate kontrolkirin. -
Hevşaredar: Ji bo civaka demokratîk em ê derfetên xwe seferber bikin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi kedkarên çapemeniyê re rûniştin û têkildarî avakirina civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê peyam dan. -
Li Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 706’an de ye
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi koma 138’an di roja 706’an de didome. -
HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê Cîger Goyî bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê û Fermandarê Eyaleta Wanê Cîger Goyî bi bîr anî û got, "Ji Heftanînê heta bi Zagrosan, ji Zagrosan heta bi Şengalê, ji Garê heta bi Botanê bê navber têkoşiya." -
Ji KCK'ê daxuyaniya Mûharrem: Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin. -
Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -II-
Leyla Kaplan (Rewşen) ku da ser xeta çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, di 25'ê Cotmeha 1996'an de li Edeneyê bi çalakiya fedaî ya li hemberî Midûriyeta Hêzên Taybet baweriya xwe ya bi azadiyê nîşan da. -
Besê Hozat: Em dikarin nehêlin ku pêvajo li ber destê desthilatdariyê bibe amûrek
Hevseroka Giştî ya KCK'ê Besê Hozat got, "Eger muxalefet, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû beşên civakî têkoşîneke xurt bimeşînin, hingî em ê nehêlin ku ev pêvajo bibe amûrek li ber destê desthilatdariyê." -
Artêşa Tirk bi obusan gundê Dêreşê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Dêreşê ya Amediyê bi obusan hedef girt. Di encama bombebaranê de li dibîstana gund, gov û hinek malên gundiyan de zirar çêbûn. -
Polîsên Iraqê avêtin ser gundêki Xurmatûyê û 5 ciwan binçav kirin
Polîsên Iraqê vê siharê avêtin ser gundê Tepsewz ê navçeya Xurmatû ya Kerkûkê û 5 ciwanên Kurd binçav kirin. -
Çileya Havînê ya Êzidiyan destpê kir
Îro, li gorî baweriya Êzidiyan Roja Yekemîn a Çileya Havînê ye. Ev roj ji bo Êzidiyan xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku ew destpêka heyameke nû ye û fedakariyekê nîşan dide. -
Hevseroka PJAK'ê: Yekane civaka ku dikare pêşengiyê ji guhertinê re bike Kurd e
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan diyar kir ku Kurd yekane civak e ku li Rojhilata Navîn dikare pêşengiyê ji guherînê re bike û got, "Em di pêvajoyeke gelekî hesas û dîrokî de ne. Pêvajoyeke ku çarenûsê diyar dike." -
'Çeteyên ku nekarîn xwe li têkçûnê rabigirin, li Kobanê komkujî kirin'
Barîn Sorxwîn şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anî got, “Çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriya wan dikirin têkçûna xwe ya li Kobanê hezm nekiribûn. Lewma êrîşî gel kirin. Negotin ew zarok, dayik, jin û îxtiyar in bi awayekî hovane mirov qetil kirin.” -
'Em aştiyeke bi rûmet dixwazin'
Afîfe Kartal ku keçeke wê şehîd bû, kurekî wê jî girtî ye, anî ziman ku divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û got, "Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin." -
Şervanê kedê: Hogir Amed
Şehîd Hogir ku di têkoşîna gerîla de her wezîfe bi serketî bi cih anî, ji bo zarokên Kurdistanê azad bin, canê xwe feda kir. -
Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê
30'ê Hezîrana 1996'an li qada Dersimê bahozek rabû. Zîlan nîşan da ku wêrekiya jinê çawa dikare cîhanê bihejîne. -
Şehîd Bêrîtan Nûrhak Çiya li ser gora xwe hat bibîranîn
Yek ji Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya ya 23’ê Hezîrana 2024’an de li Gabarê şehîd bûbû, li ser gora xwe ya li Şêxmahmut a navçeya Omeryan a Mêrdînê hat bibîranîn. -
Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa 'Ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' hate eşkerekirin ku di 21-22'ê Hezîranê de li Amedê pêk hat. -
Ji PJAK'ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî
Meclîsa PJAK'ê têkildarî hewldanên fitneyê ku dixwazin bixin navbera gelên Kurd û Tirk ên Azerî hişyarî da û destnîşan kir ku wê ji bo xurtkirina girêdana hêja ya navbera Kurd û Azeriyan hêza xwe heta dawiyê bi kar bînin. -
Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe
Dayika şehîdekî Şengalê Neam Bedel destnîşan kir pêvajoya aştiyê nikare bi yekalî bimeşe û bang li dewletê kir. -
HPG-NRÇ'ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê gerîlayên ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bûn ji afirînerên pêşketinên dîrokî û destketiyên heyî."