JIN
Hemû Nûçe
-
Ji Colectiva Las Kompas name: Azadî ji Abdullah Ocalan re
Colectiva Las Kompas li ber tecrîdkirina Rêber Apo rabû û destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo ew ê bi hev re têbikoşin. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin, Jiyan, Azadî êdî li her derê ye
Hevseroka Gîştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di atolyeya ku li Meletiyê hatî lidarxistin de axivî û diyar kir ku li seranserê cîhanê jin bandorê li hev dikin û got: “Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî, êdî li her derê tê berzkirin.” -
YJAD: Werin em li dijî tundiya li ser jinan bi hev re têbikoşin
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk bang li her kesî, sazî û her beşên civakê kir ku li dijî tundiya li ser jinan di nava piştevaniyê de bin. -
Li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, bang li hemû jinan hate kirin ku dakevin qadan. -
Jinên ji DEM Partiyê li ber wezaretê banga xweparastin û rêxistiniyê kirin
Endamên Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li ber Wezareta Malbatê li hev kom bûn û diyar kirin ku wê têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin bikin. -
‘Hîlala Zêrîn bû ronahiya rêya jinan’
Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewaza Elî diyar kir ku Rêber Apo dîwarê tundiya li ser jinê şikand û Hîlala Zêrîn bû ronahiya rêya jinan. -
‘Bi Jin Jiyan Azadî em ê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinê’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş diyar kir ku ew ê li hemberî hemû desthilatdariyan serî hildin heta ku jin azad dibe û got, “Bi Jin Jiyan Azadî, em ê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinê.” -
Jinan li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî lidarxistin
Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wan, Amed û Colmergê çalakî lidarxistin. -
Li Qamişloyê komxebata 25'ê Mijdarê
Li Qamişloyê di komxebata 25'ê Mijdarê de hate destnîşankirin ku bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' divê konfederalîzma jinê bê avakirin. -
'Divê em hebûna xwe bi berxwedaneke xurt veguherînin rêxistiniyeke xurt'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Her jineke Kurd, her jin divê her roja xwe veguherîne têkoşînê. Berxwedan û têkoşîna me divê ne tenê rojekê be. Eger jin xwe bi rêxistin bike, wê komkujî nemîne." -
TJA’yê li dijî darvekirinê banga piştevaniyê kir
TJA’yê ji bo Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn daxuyanî da û bang li her kesî kir ku bibin dengê jinên şoreşger ên ji bo azadiyê têdikoşin.” -
Jinan atolye li dar xistin û qert ji girtiyan re şandin
Jinan atolyeya bi sernavê “Tecrîd û Şerê Taybet” lidarxistin û qert ji jinên girtî re şandin. Çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî de dewam dikin. -
Di rapora li dijî şerê taybet de, peyama ‘jina rêxistinkirî’ û ‘xweparastinê’
Meclîsa Jinan a DBP’ê rapora xwe ya têkildarî atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Di raporê de girîngiya têkoşîna jina rêxistinkirî û xweparastinê, hate eşkerekirin. -
Li Kobanê civîna li ser 25'ê Mijdarê
Li dijî tundiya li jinê li Kobanê bi pêşengiya Kongra Star civînek hate lidarxistin û bi dehan jin û mêr tevlî bûn. -
Hevpeymana Neda ji bo Werîşe Mûradî bang kir
Hevpeymana Neda ji bo Werîşe Mûradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn bang li jinên cîhanê kir ku bikevin nava liv û tevgerê. -
TJK-E: Em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' kolanan bihejînin
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakiyên xwe mezin kiriye, bernameya çalakiyan a 25'ê Mijdarê eşkere kir. -
'Jinan ne bi ruhî ne jî bi fikrî xwe teslîmî zihniyeta mêr nekirine'
Endama KJAR'ê Rûken Nexede li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî axivî û got, jin ji dîrokê û vir ve teslîmî serweriya mêr nebûye. -
Aryen: Yekane çareya Rojhilata Navîn xweparastin e
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen anî ziman ku qirkirina jinê stratejiya têkoşînê ya Şerê Cîhanê yê 3'yemîn e û bang li jinan hemûyan kir, ku têkoşîna zayendî bi rengekî radîkal bimeşînin. -
Meşa Jinan a Cîhanî cezayê dervekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kir
Meşa Jinan a Cîhanî ya Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn cezayê dervekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, şermezar kir û banga: “Em bi hev re li dijî polîtîkayên îmhakirinê têbikoşin û li dijî zilmê bibin yek.” -
Jin ji bo mîtînga li Êlihê meşiyan
Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' ya li Êlihê, bi pêşengiya TJA'yê jinan ji Parka Yilmaz Guney heta qada mîtîngê meşek lidar xistin. -
Nergiz Mûhammedî piştî emeliyatê careke din birin girtîgehê
Parêzer Mûstafa Nîlî diyar kir ku Nergiz Mûhammedî piştî emeliyata tibî careke din birin Girtîgeha Evînê. -
Jinên Amedî: Divê hişmendiya jinê di nav civakê de bê xurtkirin
Jinên Amedî diyar kirin ku divê li dijî hişmendiya mêr-perwer jin têbikoşin û divê hişmendiya jinan di nav civakê de bê xurtkirin. -
Li Serhedê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê kirin
Meclisa Jinan a TJA û DEM Partiyê li Wan û Şemzînanê çalakiyên 25’ê Mijdarê dan destpêkirin. -
Li Amed, Sêrt û Îzmîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Amedê hatin ba hev û şitil danîn. Jinan ji Amed, Sêrt û Îzmîrê ji bo jinên dîlgirtî qert şandin. -
AKD: Em biryara îdamê ya ji bo Werîşe Mûradî hatî dayîn, bidin sekinandin!
Piştevaniya Jinan a Ewropayê (AKD) diyar kir ku dewleta Îranê Kurdan û muxalîfan hedef digire û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku biryarê îdamê ya ji bo Werîşe Mûradî hatî dayîn, bidin sekinandin.