Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin, Jiyan, Azadî êdî li her derê ye

Hevseroka Gîştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di atolyeya ku li Meletiyê hatî lidarxistin de axivî û diyar kir ku li seranserê cîhanê jin bandorê li hev dikin û got: “Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî, êdî li her derê tê berzkirin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Meletiyê Fethiyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan de têkildarî qirkirina jinan atolyeyek li dar xist. Atolye li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Fethiyeyê hate lidarxistin  û li gel Hevseroka Gîştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar gelek jin û endamên partiyê beşdar bûn.

Bi avahiya navçeyê ve pankartên bi nîvîsên "Li hemberî şerê taybet em têkoşîna xwe mezin dikin" û “Li dijî tundiya mêrdewletê Jin, Jiyan, Azadî” hatin daliqandin.

‘JIN AZAD BIBIN, WÊ PERGALA MÊRDEWLÊTÊ TÊK BIÇE’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku jin li hemû qadên jiyanê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û got: “Biryarên têkildarî jiyana me ji aliyê mêran û pergalê ve tên girtin. A niha desthilatdariya AKP-MHP’ê nûnertiya pergala mêrdewletê dike. Îro deriyên siyasetê û deriyên saziyên raya giştî ji jinan re girtî ne. Gotinên jinan bêqîmet tên dîtin. Tune tên hesibandin.  Azadiya mêran girêdayî azadiya jinan e. Jin azad bibin, wê pergala mêrdewletê jî têk biçe. Guherîna vê yekê girêdayî têkoşîna jinan e. Li Tirkiyeyê her roj 3 jin tên qetilkirin.”

‘MEZINTIRIN SEDEMA ŞER Û XIZANIYÊ’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha pê de çû: “ Tundiya li ser jinan û cezayên têkildarî qetilkirinên jinan yan ne rast in yan jî ceza nayên birîn. Ger dewlet di mijara tundiya li ser jinan de cezayî li mêran bibire, wê zîhniyeta xwe ceza bike. Ji ber vê yekê jî bê ceza tê hiştin û ceza nayê birîn.  Li hemû deverên Kurdistanê tiryak tê firotin.  Bi darê zorê berê jinan didin fuhûşê û zor li jinan tê kirin. Şer û xizanî heye. Li vî welatî mezintirîn sedema xizaniyê şer e. Ne tenê li Kurdistanê li her derê Tirkiyeyê xizanî heye. Di vê xizaniyê de para herî mezin ji dibe ya jinan.”

ÊDÎ JIN, JIYAN, AZADÎ LI HER DERÊ YE

Çîgdem Kiliçgun Ûçar têkildarî pisgirêkên jinên li herêmên erdhejî jî axivî û wiha got: “Ger qirkirin û tundî were ferzkirin wê demê têkoşîn maf e.  Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’  têkoşîna me nîşan dide. Îro têkoşîna jinan belavî seranserê cîhanê bûye.”

‘WERIN EM TÊKILDARÎ AŞITIYÊ GOTINA XWE BIBÊJIN’

Ûçar bal kişand bi ser daxuyaniyên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û got: “Dikarî berî bi salan pirsgirêka Kurd bihata çareserkirin.  Lê belê nexwestin çareser bikin. Gel di mijara çareseriyê de gelek hewl da. Nabe ku em çareseriya pirsgirêka Kurd bi tenê ji desthilatdariyê re bihêlin. Erê dewlet muxatab e lê belê muxatabê esas û sereke Birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ev 25 sal in tecrîd tê meşandin. Werin em li hemberî tecrîd û şer rawestin.  Muxatabê çareseriyê diyar e.  Werim em têkildarî aşitiyê gotina xwe bibêjin.’’

Atolye bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û çepikan bi dawî bû.