Jinan li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî lidarxistin
Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wan, Amed û Colmergê çalakî lidarxistin.
Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wan, Amed û Colmergê çalakî lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Amedê atolye hat lidarxistin, li Colemêrgê ji bo jinên girtî qert hatin şandin û li Wanê Navenda Piştgiriyê ya Hebûnê hat vekirin
Li Colemrêgê bi piştgiriya Tevgera Jinên Azad -TJA, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkolîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî ji bo jinên dîlgirtî qert hatin şandin. Jin li avahiya bajarê Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM-Parti) hatin ba hev û ji bo jinên dîlgirtî qertên piştgiriyê amade kirin. Jinan qertên ku amade kirine bi çepik û dirûşmeyan ji postexaneyên taxê şandin girtîgehan.
LI TÛŞBAYÊ NAVENDA PIŞTGIRIYA JINAN A HEBÛNÊ HAT VEKIRIN
Şaredariya Tûşbayê Navenda Piştgiriya Jinan a Hebûnê vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisan, TJA, rêveberiyên bajar û navçeyan yên DEM Partiyê û gelek jin beşdarî vekirinê bûn. Hevseroka bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kûrtê bal kişand ser polîtîkayên desteserkirinê û destnîşan kir ku pergala qeyûman bêhiqûqî, zilm û bêedaletî ye. Gulşen Kurt diyar kir ku rejîma qeyûman êrîşa li dijî destkeftiyên jinan e û wiha axivî: “Em di bin banê şaredariyên xwe de qadên jinan ên jiyanê ava dikin. Em nerazîbûna xwe ya li dijî rejîma qeyûman her tim tînin ziman. Em li her qada ku vîna gelê Kurd tune dihesibîne têkoşîna xwe didin. Heta ku ev polîtîka berdewam bikin jî dê têkoşîna me jî berdewam bike. Her roj li welat jinek tê kuştin. Rojîn Kabaîş, Gulîstan Dokû û gelek hevrêyên me ji aliyê vê rejîma mêrperest ve hatin qetilkirin. Ligel vê yekê polîtîkayên necezakirinê jî kuştinên jinan zêde dikin.”
Hevşaredara Tûşbayê Xanim Akkoşê jî diyar kir ku wekî wan soz dabû jinan ew xebatên ji bo jinan didomînin û wiha axivî: “Em li dijî tundiya hezar salane ya li dijî jinan bibin yek.” Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê jî bal kişand ser giringiya vekirina Navenda Piştgiriya Jinan a Hebûnê û 25’ê Mijdarê.
Piştî axaftinan navendê hat vekirin.
BISMIL
TJA, li navçeya Bismil a Amedê di çarçoveya “Gotina Me Neqediya. Em ê Tundiyê Bi Hev Re Rawestînin” de bi jinan re civiya. Di kargehê de behsa mijarên wekî newekheviya zayenda civakî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, cureyên tundiyê, di çarçoveya qanûna bi hejmara 6284’an de mafê jinan û di dema tundiyê de saziyên ku jin dikarin serî lê bidin, hatin kirin. Di kargehê de belavokên agahdarkirinê li jinan hatin belavkirin û ji bo zarokên dayikên ku bi zarokên xwe re beşdarî kargehê bûne qadên lîstika zarokan hatin avakirin. Zarokan bi Pispora Gihandina Zarokan re lîstik lîstin.