HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Ahmet Turk: Divê em di vê hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind bi ser bikevin
Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, serdana namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê kir. Turk got, “Divê em di vê hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind bi ser bikevin." -
Li Meletî û Haymanayê agirê Newrozê gur bû
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê û navçeya Haymana ya Enqereyê Newroz bi coş hate pîrozkirin. -
Çelê dê xwedî li vîna xwe derkeve
Yek ji namzetên hevşaredariya Çelê ya DEM Partiyê Hîvîdar Ertunç, diyar kir ku AKP-MHP'ê leşker û hilbijêrên xeyalî li Çelê qeyd kiriye û bang li xelkê navçeyê kir ku xwedî li vîna xwe derkeve. -
Ji bo Midyadê tercîha herî rast DEM Partî ye
Meclîsa Midyadiyên li Ewropayê diyar kir ku DEM Partî îradeya siyasî ya hevpar a gelan e û ji bo Midyadê jî tercîha herî guncaw û rast e. -
'Hilbijêrên bi tevger divê heta 27'ê Adarê serlêdanê bikin'
DEM Partiyê diyar kir ku wê hilbijêran hemûyan bigihînin bajar û navçeyên lê qeyidkirî û ragihand ku heta 27'ê Adarê dikare serî li avahiyên partiya wan bê dayin, yan jî li ser înternetê serlêdan bê kirin. -
Mihelmî li Qoserê wê piştgiriyê bide DEM Partiyê
Rûspî û pêşengên Mihelmiyan Şeyhmus Ozkan û Hasan Ceylan li Qoserê çûn buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê û diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de piştgiriyê bidin DEM Partiyê. -
Civinên namzetên DEM Partiyê xwe yên bi gel re didomînin
Xebatên hilbijartinê yên namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê didomînin û gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetan didin. -
Ciwanên Şirnexê ji bo piştevaniya bi namzetên DEM Partiyê re meşek lidarxistin
Ciwanên Şirnexê bi boneya piştevaniya bi namzetên Hevşdaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê re meşa bi meşaleyî li dar xist. -
Namzetên DEM Partiyê mal bi mal digerin: Projeyên xwe dibêjin û banga parastina sindoqan kirin
Li gelek bajaran xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomin. Gel namzetên hevşaredariyê bi coş pêşwazî dike. Namzet jî projeyên xwe dibêjin û doza alîkariyê dikin. -
Qers wê li dijî fenên AKP-MHP'ê bi ser bikeve
Tifaqa AKP-MHP'ê ku li Qersê li dijî DEM Partiyê bi yek namzetî tevlî hilbijartinê dibe, ne tenê hilbijêrên ne ji Qersê li herêmê bi cih dike, her wiha tetbîqata zivistanê derbasî biharê kir û wezîfe da kontrayan, wê li bin guhê îradeya gel bikeve. -
Namzetên DEM Partiyê yên Rihayê xebatên hilbijartinê didomînin
Li Rihayê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê beriya hilbijartinên xwecihî lez dan xebatên xwe. -
Li Colemêrgê dijminatiya qeyûman a li gel
Qeyûmên ku li Colemêrgê û navçeyên wê dest danîne ser şaredariyan, bi salan gelek saziyên jin, ciwan û çandê girtin û hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî AKP'iyan, leşker û polîsan kirin. -
Ûçar: Wexta em wenda bikin tuneye, divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li Hewagê de axivî û got: "Êdî wextê windakirinê nemaye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan neyê misogerkirin her soza ku em li ser navê demokrasiyê bidin wê bê wate be.” -
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindîr û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeyên Êlihê civîneke gel li dar xistin. Turk got, "Em hewl bidin ku bibin layiqî gelê xwe yê ku ji bo yekîtîyê berdel dane.” -
DEM Partî li Kurdistanê bênavber dixebite
Endamên DEP Partiyê xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bênavber didomînin, bajar bi bajar, kolan bi kolan, mal bi mal bi gel re dicivin. -
Siyasetmedarên girtî ji bo Gultan Kişanak banga piştgiriyê kirin
Siyasetmedarên girtî di parastina rûniştina Doza Kobanê de ji bo namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak banga dengan kirin. -
Namzetên Nisêbînê li gundên Omeryayê bi gel re hevdîtin kirin
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay, di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de serdana 19 gundên li herêma Omerya û derdora wê kirin. -
Alî Riza Bîngol: Em ê dawî li talankariya qeyûm bînin
Namzetê hevşaredariya Misricê ya DEM Partiyê Alî Riza Bîngol got, "Em ê dawî li talana qeyûm bînin û bi gelê xwe re navçeya xwe rakin ser piyan." -
'Em ê li Kerboranê şaredariya gel jinûve bixin meriyetê'
Namzeta hevşaredariya Kerboranê ya DEM Partiyê Asya Gezer diyar kir ku wê feraseta şaredariya gel bixin meriyetê. -
Li Îdirê DEM Partî li dijî tifaqa dewletê bi tifaqa gelan tevlî hilbijartinê dibe
Li Îdirê ku yek ji bajarên jiyana hevpar a gelan e, DEM Partî li dijî tifaqa dewletê tevlî hilbijartinê dibe. AKP jî bi rêya fen û fûtan dixwaze bi ser bikeve. -
Danezana Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê hat eşkerekirin
DEM Partî danezana Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê daxuyand ku dê bajêr bi projeyên wekî bi kooperatîfên jina azad ber bi navendên jiyana azad ve bi rê ve bibin. -
Ahmet Turk çû serdana civaka Ereb
Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Turk ku li herêma ku Ereb lê dijîn geriya, diyar kir ku bi hezaran sal in li van xakan jiyana hevpar ava bûye û got, "Em li ser esasê biratiya gelan siyasetê dikin." -
Tûncer Bakirhan: Heqîqeta AKP'ê birçîbûn, şer û rondikên çavan e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Korfez û Dilovasiyê bi gel re hat ba hev, diyar kir ku "Heqîqeta AKP'ê birçîbûn, şer, xizanî û rondikên çavan e" û got ku wê di 31'ê Adarê de hesab ji AKP'ê bipirsin. -
Namzetên DEM Partiyê bi şev û roj dixebitin
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) û endamên partiyan bi nêzûkbûna hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê lez dan xebatên xwe. -
Bi hezaran kes beşdarî civîna li Erdîşê bûn: Em ê destûrê nedin JÎTEM û Hizbulkontrayê!
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li Erdîşê de axivî û diyar kir ku ew ê destûrê nedin JÎTEM û Hizbulkontrayê.