Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindîr û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeyên Êlihê civîneke gel li dar xistin. Turk got, "Em hewl bidin ku bibin layiqî gelê xwe yê ku ji bo yekîtîyê berdel dane.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re li bajaroka Kaniya Hênê ya navçeya Hezo ya Êlihê û bajaroka Avîskê ya Qûbinê û li navçeya Qûbinê hevdîtina bigel re gel pêk anîn. Şande ewil çû Kaniya Hênê.
 
Şande li vir bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Li vir gelek caran bênavber dirûşmeyên "Jin, Jiyan Azadî" û "Dê qeyûm biçin gel werin" hatin berzkirin. Namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li vir axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de bi ser kevin û got: “Bila hemû gelê me di hilbijartinên xwecihî yên pêş de mil bidin milê hev, em di hilbijartina 31’ê Adarê de jî encameke baş bi dest bixin. Hûn baş dizanin ku ji bo têkoşîna gelê Kurd, rûmet û siberoja gelê kurd hewl didin bandorek xirab li ser me çêbikin. Lê em baş dizanin ku gelê me di tu şert û mercan de serê xwe netewîne.”

Turk da zanîn ku yekîtî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û got: “Armanca wan têkbirina yekîtî û têkoşîna gelê Kurd e. Gelê me, baş bizane ku ger em nebin yek, em ê di nava kêmasiyeke pir mezin de bin. Hûn baş dizanin ku hem siyaseta me hem jî gelê me bedel dan. Çi dibe bila bibe, em hewl bidin ku bibin layiqî gelê xwe yê bedeldayî. Belê xeletî û kêmasiyên me hene. Hûn jî van kêmasiyan dibînin. Ev kêmasî wê teqez ji holê rabin. Lê îro ne roja rexnekirinê ye, ne roja zirarêdayîna li siyaseta me, ne roja zirardayîna li gelê me ye. Ev roj ne ew roj e ku mirov zirarê bide wan kesên ku ewqas têdikoşin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn nasnameya xwe, siyaset û zimanê xwe biparêzin. Werin em vê têkoşînê bi wijdanî û mirovî bimeşînin. Ez meha Remezanê li hemû gelê me pîroz dikim û Newroza we pîroz be." 

‘EM Ê KANIYA HÊNÊ DIYARÎ GEL BIKIN’

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku Kaniya Hênê ji bo Êlihê xwedî cihekî girîng e û wiha got: "Mizgîniya me ya ji bo Kaniya Hênê ew e ku em ê bi hemû heval û xebatkarên partiyê re mil bidin milê hev û bajarokê diyarî gelê xwe bikin. Tu pirsgirêk di navbera me de nîn e, em malbatek in. Di nava malbata me de çi pirsgirêk hebin, em ê biaxivin û çareser bikin. Em ê wekî malbat, wekî bira li kêleka gelê xwe bin, ev yekîtî mizgîniya serkeftinê ye. Ew mizgîniya biratiyê ye. Em ê hemû derfetên xwe ji bo gelê Kaniya Hênê bi kar bînin."

‘EM Ê BERSIVÊ BIDIN SIYASETA KU ZILMÊ LI ME DIKE’

Şande piştre derbasî bajarokê Avîskê bû û bi çepik, dirûşme û tilîliyan ji aliyê girseya gel ve hat pêşwazîkirin. Ahmet Turk li vir jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd li gelek deverên cîhanê ala berxwedanê bilind kiriye û wiha domand: “Şaredarî ji bo gelê me girîng e. Em ê bersiveke mezin bidin pergala ku li Kurdistanê li ser me zilmê dike û mafên me înkar dike. Divê em ji wan re bibêjin ku em vê siyaseta qirêj qebûl nakin.”

DERIYÊN HATINE GIRTIN EM Ê VEKIN

Piştre şande derbasî navçeya Qûbînê bû. Welatiyên li ber Loqala Hilbijartinê bi coşeke mezin şande pêşwazî kirin. Namzetê hevşaredariyê yê Qûbînê Mehmet Akîf Akin li vir axivî û wiha got: “Me dixwest di vê meha pîroz a Remezanê de xwarinê bidin mêvanên ku îro li vir in. Lê şaredariyê deriyên du malên sersaxiyê li me girtine. Hêvîdarim ku em ê di 31'ê Adarê de wan deriyan ji tevahiya raya giştî re vekin." 

Piştî axaftinan şande û welatiyên li vir di bin baranê de govend gerandin.