NÛ BÛ III

Li dijî êrîşa nijadprest a li Belçîkayê çalakiyên protestoyî didomin

Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, li gelek navendên Ewropayê hate şermezarkirin.

Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, li gelek navendên Ewropayê hate şermezarkirin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan yên li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav-Berlînê li ber Konsolxaneya Belçîkayê hatin ba hev, êrîşên komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û got: “Li Belçîkayê di encama êrîşên nijadperestan de 6 Kurdistanî birîndar bûn û birîna 2 ji wan giran e. Em hemû dizanin ku li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. Em bang li dewleta Belçîkayê û dewletên Ewropayê yên ku li hemberî van êrîşên nîjadperest tedbîrên xwe negirtin û guh nedan wan dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK), PYD-Berlîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) jî daxuyanî hatin dayîn.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Hoch die Internationale solidarität” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.

ZURÎH

Li Kantona Zurîh a Swîsreyê jî êrîşa nijadprest bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Girseya gel a li ber stasyona trenê ya navendî ya Zurîhê hatin ba hev, êrîşa li Belçîkayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê TCŞ’ê Hogir Bagok ve hat xwendin. Bagok diyar kir ku çeteyên AKP-MHP’ê bi armanca şewitandina mala ku malbata Kurd lê dima, hewl dan hovîtiyê bikin û got: “Ev êrîş, êrîşa li dijî ruhê Newrozê ye. Bê guman em ê weke ciwanên TCŞ'ê û gelê Kurdistanê bersiva êrîşê bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Terorîst Tirkiye” û “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.

MANNHEIM

Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan bajarê Mannheim yê Elmanyayê bû. Kurdistaniyên li ber statsyona trenê ya Mannhemimê hatin ba, bêyî navber dirûşme berzkirin û dowîzên “Ji nijadprestiya li Ewropayê re na” û “Bijî piştevaniya navneteweyî” hildan. Di çalakiyê de daxuyaniya KCDK-E’yê hat xwendin û balevakiririn.

Çalakî bi dirûşmeyên “Qatîl Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MUNÎH

Li bajarê Munîhê jî bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li qada Sendliger Torê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşa koma nijadperest a li Belçîkayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê hat xwendin û belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Qatîl Tirkiye û Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” bi dawî bû.

HANNOVER

 

Kurdistaniyên li bajarê Hannoverê jî li dijî êrîşên nijadperest ên li Balçîkayê daketin qadan û faşîzma AKP-MHP’ê şermezar kirin. Bi sedan ciwanên Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Honnoverê axivî û êrîş bi tundî şermezar kir.

Dostên gelê Kurd jî di çalakiyê de axivî û hevkariya welatên Ewropayê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo” û “Bimre Erdogan” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê jî faşîzma komên çete yên AKP-MHP’ê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Bi dehan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û êrîşên komên nijadperest bi daxuyaniyekê şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bimre digtator”, û “Qatîl Erdogan” bi dawî bû.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê jî li ser banga Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê ji qada Akademiya heta Konsolxaneya Tirk meş hat lidarxistin. Rêxistinên Şoreşger ên Tirkiyeyê, Înîsiyatîfa RiseUpForRojava û enternasyonalên Yewnan tevlî meşê bûn.

Di meşê bi dirûşmeyên Kurdî û Yewnanî êrîşa koma nijadprest a li dijî malbatên Kurd a li Belçîkayê hat şermezarkirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê Alî Bîlen û Înîsiyatîfa RiseUpForRojava axaftin hatin kirin.

DRESDEN

Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, li Dresdenê jî hate şermezarkirin.

Ciwanên li qada Albertplatzê hatin ba hev, anîn ziman ku ew ê li her qadê li dijî êrîşên qirkirin û talanê yên dewleta Tirk a dagirker parastina cewherî xurt bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”,û “Tolhildan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok “ bi dawî bû.