NÛ BÛ

Kurd û dostên wan îro li dîsa qadan in: Destê xwe ji Çapemeniya Azad vekişînin!

Serdegirtina polîsan a li dijî Çapemeniya Azad li bajarên Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin. Kurd û dostên wan peyama “Çapemeniya azad dengê gelê Kurd û bindestan e; em ê nehêlin dengê me bê qutkirin” dan.

Kurdên li Ewropayê operasyona ku di şeva 22-23’ê Nîsana 2024’an de ji aliyê polîsên federal ên Belçîkayê ve di bin navê Fermana Lêpirsînê ya Ewropayê de li studyoyên kanalên televîzyonên Kurdî Stêrk TV û Medya News pêk hat û rê li ber zirara madî vekir, şermezar kirin.

STRASBÛRG

Êrîşa polîsan a li ser Çapemeniya Azad bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Strasbûrg ê Fransayê di nava rojê de hate protestokirin.

Fransiyên dostên Kurdan jî tevlî çalakiya protestoyî ya ku li ber Gara Trenê ya Strasbûrgê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bûn.

Di çalakiyê de pankartên "Dîktator çapemeniyê bêdeng dikin" û "Êrîşên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê rawestînin" hatin vekirin û pankartên bi logoyên Stêrk TV û Medya Haber TV û dovîzên "Destê xwe ji çapemeniya azad bikşînin” hatin rakirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbûrgê Velî Tekîner axivî û diyar kir ku êrîşa polîsan a li ser çapemeniya Kurd êrîşeke hovane ye û got, "Ev êrîş domandina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd e. Fransa û Belçîkayê ji bo berjewendiyên xwe yên demkurt kirin mafên mirovan, demokrasî û azadiya ramanê kirin qurban. Fransa dîrokî ne serketî ye, li ber daxwazên hevkarên xwe yên êrîşkar datîne û bi stratejiyek biyanî ya wêrankerî didomîne. Ji ber vê yekê berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk, ewlekarî û siyasî paşguh dike.”

Tekiner anî ziman ku dîplomasiya Fransa bi dehan sal in ji bo berjewendiyên xwe Kurdan di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re Kurdan dike mijara bazarê û wiha domand: “Fransaya ku îdia dike ku xwedî li mafên mirovan, demokrasî û azadiyê derdikeve,  bi neparastina van nirxan bêzariya xwe eşkere kir. Ev lêgerînên dawiyên yên ku dûrî têkoşîna bi terorê ne, mîlîtanên Kurd dikin hedef. Em bang li Fransayê dikin ku demildest dawî li vê polîtîkaya pûç a ku zirarê dide rûmeta wê ya navneteweyî bîne. Em daxwaza hevgirtinê ji rêxistinên siyasî û komeleyan dikin.”

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina serdegirtina li ser Stêrk û Medya Haber TV’yê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê mitîngek hat lidarxistin. Mitîng ji aliyê DKTM’ê ya Hamburgê ve, li Gansemarkt ku semta herî qerebalix a bajer e, hat lidarxistin.

Di çalakiyê de destpêkê parêzvana mafên jinan Anja Flach axivî û got ku serdegirtina li dijî televîzyonên Kurd ji bo heqîqet dernekevin holê tên kirin. Anja Flach diyar kir ku di dema serdegirtinê de gelek meteryalên televîzyonê hatine wêrankirin û destnîşan kir ku bi serdegirtineke bi vî rengî mafê gelê Kurd ya agahî girtinê tê stendin û anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin.

Anja Flach diyar kir ku bi serdegirtinê re hemwext dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşekî berfireh kiriye û got ku tevî hemû polîtîkayên qirker û dagirker gelê Kurd bêdeng nemaye û ji niha û şûnde jî ji bo parastina mafên xwe yên hiqûqî û demokratîk her tim li qadan bin.

Parlementerê Partiya Çep a Hambûrgê Norbert Hakbusch anî ziman ku hewldanên serdegirtin û dagirkirinê tenê bi kêrî desthilatdariya Erdogan tê. Hakbusch got ku ew weke Partiya Çep alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd in û her tim wê alîgirê daxwazên mafdar ên gelê Kurd bin.

STOCKHOLM

Êrîşa polîsên Belçîkayê ya li dijî stûdyoyên Stêrk û Medya Habe TV’yê li Sergels Tor a paytexta Swêd Stockholmê hat protestokirin. Çalakvanên ku pankartên “Çapemeniya Kurd nayê bêdeng kirin”, “Destê xwe ji çapemeniya Kurd vekişînin” hilgirtin, devê xwe bi şerîtên reş girtin.

Di çalakiyê de danezanek hat xwendin û wiha hate gotin: “Şêweya pêkanîna serdegirtinê, ji bo zirara madî bide kanalên TV, wan bi neheqî krîmînalîze bike û xebatên wan ên navneteweyî zêdetir asteng bike hatiye kirin. Hemû rêxistinên Kurd ên li Belçîkayê li gorî zagonên Belçîkayê xebat dike, ji ber vê yekê tu sedema hiqîqû nîne ku êrîşeke bi vî rengî bê kirin. Ev êrîş ji nêz ve bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re girêdayî ye. Em Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Swêdê, êrîşên polîsên Belçîkayê ya li dijî azadiya çapemeniyê şermezar dikin û bang li hikûmeta Belçîkayê dikin ku li gorî zagonên neteweyî û navneteweyî tevbigere.”

PARÎS

Krîmînalîzekirina dewletên Ewropayê ya li dijî gelê Kurd û saziyên wan ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve Li paytexta Fransa Parîsê hat şermezarkirin. Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê Jean Paûl Lecoq, endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviêve Gerrigos û Hevserokê Komeleya Kurdistaniyên Fransa Pascal Tore jî beşdarî meşê bûn.

Gelê ku li ser banga CDK-F û TJK-F'ê li qada Republiqueyê hatin cem hev, tevî barana zêde jî ber bi qada Chatletê ve meşiyan.

Di meşê de timî dirûşmên "Libertê pour le Kurdistan", "Zext nikare me bitirsîne" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin û belavok hatin belavkirin.

Ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û li qada Chatletê axaftin hatin kirin.

Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat gelê ku beşdarî çalakiyê bûne silav kir û destnîşan kir ku yekane rojeva gelê Kurd "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu" ye. Polat wiha berdewam kir: “Ev pêngava ku li qada navneteweyî belav bûye, tirs û xof xistiye dilê  komara Tirkiyeyê. Bi vê tirsê hemû hevkarên xwe seferber dike û hewl dide me ji rojeva me qut bike. Lê em ê ti carî teslîm nebin, em ê girêdayî Lozanê nebin. Ev berxwedan heta azadiya Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê wê bidome. Tu rêbazên ku we li Fransa, Ewropa û Rojhilata Navîn pêş xistine, wê me paşde gav nede avêtin. Ji niha û pê ve em ê bi dengekî bilind, berxwedaneke mezin û bi biryardarî têkoşînê bigihînin asta herî jor."

Piştî çalakiyê ciwanan li rawestgehên metro û kolanan bi dirûşmeyan berdewam kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya a Fransayê zextên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya Kurd û gelê Kurd hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku ji hezaran kesan pêk dihatin, li qada Canabîere li hev civiyan.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê Erhan Tarhan axivî. Tarhan zextên Fransayê yên li ser çapemeniya Kurd weke faşîzmê nirxand. Tarhan got: “Ez vê nêzîkatiya hovane û faşîzan ya li dijî çapemenî û gelê Kurd şermezar dikim. Malên Kurdan û studyoyên çapemeniya me ya azad wêran kirin. Elektîrîkên televîzyonên me qut kirin, nehiştin weşanê bikin. Ew jî dizanin ku ev ne hiqûqî ye û ne jî li gorî mafên mirovan e. “

Tarhan got, “Divê Fransa dest ji helwesta xwe ya neheq a li dijî Kurdan berde.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Em hemû PKK’yî ne”, “Destên xwe ji gelê Kurd vekişînin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.