Artêşa Hollandayê hişyariya 'Rewşa Awarte' da
Serfermandarê Giştî yê Hollandayê Orgeneral Onno Eichelsheim peyamek awarte da û diyar kir ku divê artêşa Hollandayê ji bo rewşa awarte ya muhtemel bi lez xwe amade bike.
Serfermandarê Giştî yê Hollandayê Orgeneral Onno Eichelsheim peyamek awarte da û diyar kir ku divê artêşa Hollandayê ji bo rewşa awarte ya muhtemel bi lez xwe amade bike.
Li gorî nûçeya NOS’ê ya Hollandayê zêdetirî 76,000 personelên leşkerî re peyama awarte hatiye şandin.
General Eichelsheim bal kişand ser senaryoya muhtemel a aştiyê ya piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê û îhtîmala ku xaka NATO’yê bikeve xetereyê û got, “Divê em bi lez asta amadebûna xwe zêde bikin. Ez dizanim ku ev ne hêsan e, lê hewcedariyek e”.
Li gorî berdevkê Wezareta Parastinê ya Hollandayê, peyamên wiha tenê di rewşên awarte de têne bikaranîn.
Li gorî pisporê parastinê Dick Zandee mebesta vê peyamê ew e ku hişyariya parastinê ya Hollandayê zindî bihêle û di heman demê de peyama rêgirtina li pêşiya Rûsyayê ye.
Serfermandar daxuyand ku eger agirbestek di şerê Rûsya û Ukrayna de çêbibe, divê Hollanda ji koalîsyona aştiyê ya navneteweyî re amade be.