Îran û Ermenistanê operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn
Îran û Ermenistanê di navbera 9-10’ê Nîsanê de li ser sînorên xwe yên hevpar ên 44 kîlometreyî operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn.
Îran û Ermenistanê di navbera 9-10’ê Nîsanê de li ser sînorên xwe yên hevpar ên 44 kîlometreyî operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn.
Operasyon bi tevlîbûna hêzên taybet yên her du welatan bi armanca bersivdayîna êrîşên terorî yên muhtemel hate kirin.
Serleşkerê Artêşa Îranê Veliullah Mani diyar kir ku operasyon bi armanca zêdekirina ewlehiya sînoran û bihêzkirina hevkariya her du welatan hatiye kirin.
Ev operasyon di serdema ku Ermenistan têkiliyên xwe yên li gel Rojava bi hêz dike û rageşiyên li gel Azerbeycanê yên têkildarî herêma Karabaxê de pêk hat.
Ji ber ku sînorên Ermenistanê yên li gel Tirkiye û Azebeycanê ev demeke dirêj e girtî ne, sînorê wê yê li gel Îranê ji aliyê aborî stratejîk ve xwedî girîngiyeke mezin e.
Ermenistan û Azerbeycanê meha borî ragihandin ku wan li ser metneke aşitiyê ya rageşiya di navbera wan de bi dawî bike, li hev kirine lê belê ji wê demê ve ye ji ber bûyerên çekdarî yên li ser sînoran hev û du tawanbar dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ermenistanê di demên dawîn de têkiliyên xwe yên li gel Rojava xurt kirine û têkiliya wê ya li gel hevalbendê wê yê daîmî Rûsyayê jî xirab bûne. Ermenî bi taybetî jî têkildarî ku Rûsya li hemberî Azerbeycanê wan napêze, wê rexne dike.