Rêveberiya Trump zêdeyî 6 hezar koçber ‘mirî’ îlan kir, alîkarî qut kirin

Rêveberiya Donald Trump li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hinceta “têkoşîna li dijî sextekariyê” di qeydên fermî de zêdeyî 6.000 koçberên ji Latîn Emerîkayê “mirî” îlan kir.

Li gorî nûçeyên Washington û New Yok Times’ê, ev gav armanc dike ku mafên koçberan ên alîkarî, bicihbûn û xebatê ji holê rake.

Koçberên ku ‘mirî’ hatine îlankirin, nikarin hesabên bankayê vekin, peymana kirêyan nikarin îmze bikin û di karên qanûnî de nikarin bixebitin. Her wiha hejmarên wan ên ewlehiya civakî jî êdî nederbasdar tên hesabkirin.

Li gorî çavkaniyan, ev biryar ji aliyê “Komîsyona Berhemdariya Hikûmetê” ve ya di bin serkêşiya Elon Musk de, hate pêşniyarkirin. Ku Elon Musk bi nêzîkbûna xwe ya bi Trump re tê zanîn.

Di gava ewilî de lîsteyeke 6.300 kesî ya ji “kesên xwedî qeyda sûc û gumanbaran” pêk tê, li sîstemê hate zêdekirin.

Trump berê îdîa kiribû ku SSA meaş dide kesên xeyalî yên ku temenê wan ji 140’ê derbas kiriye, lê belê ev îdîa gelek caran hatibûn derewandin.

Parêzvanên mafan û pisporên koçberiyê diyar kirin ku ev biryar mînakeke cihêkariyê ya li dijî koçberên bêbelge ye û nerazîbûn nîşanî rewşê dan.