WFP: Kêmkirina alikariyên DYE’yê tê wateya mirina bi hezaran kesî

Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) da zanîn ku Washington wê alikariya xwarinê ya lezgîn a ji bo 14 welatan kêm bike û ragihand ku ev yek ji bo hezaran însanan tê wateya mirinê.

Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku fonên WFP’ê yên sala 2025’an ji sedî 40 hatine kêmkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku alikariyên WFP’ê yên ji Washingtonê tên û bidawîkirin fona alikariya xwarina lezgîn a ji bo 14 welatan cihê fikarê ye.

WFP’ê hişyariya da û got: "Sepandina biryara kêmkirina alîkariyan ji bo bi mîlyonan însanên ku bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne, tê wateya cezayê mirinê."

WFP’ê got: "Em li gel rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di têkiliyê de û ji bo ku ev alîkarî neyên kêmkirin em bang dikin."

Kêmkirina alîkariyan yên nû bes bandorê li WFP’ê nakin, di heman demê de bandoreke mezin li Fona Nifûsê jî dike ku di warê tenduristiya dayik û zarokan de saziyeke pêşketî ye.

Li gorî daxuyaniya Fona Nifûsê ya girêdayî NY’ê, rêveberiya DYE’yê hefteya bihurî roja Înê dawî li du bernameyên xwe yên alikariyê yên ji bo Fona Nifûsê anîne.

Yek ji van alîkariyan, ya ji bo Efxanistanê ye û ya din jî ya ji bo Sûriyeyê ye. Kêmkirina alîkariyên navneteweyî bi taybetî jî yên DYE’yê di nava rêxistinên civakî û saziyên navneteweyî de bûne sedema metirsiyan.

Rêveberiya Donald Trump budçeya Ajansa Pêşvebirinê ya DYE'yê USAID bi rêjeya ji sedî 83 kêm kir, ku ev bername ji sedî 42 ê alîkariya mirovî ya li cîhanê bi rê ve dibe. Ev yek jî tê wateya kêmkirina bi dehan milyon dolarî.