Îran: Em şenseke rastîn didin dîplomasiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtinên li gel DYE’yê yên ku wê li Ûmman werin kirin, got: ‘’Em şanseke rastîn didin dîplomasiyê.’’
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtinên li gel DYE’yê yên ku wê li Ûmman werin kirin, got: ‘’Em şanseke rastîn didin dîplomasiyê.’’
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi armanca çareserkirina nakokiyên nukleerî ku ev demeke dirêj e dewam dikin, wê di 12’ê Nîsanê de li Ûmmanê dest bi hevdîtinan bikin.
Hevdîtinên ku wê bi beşdarbûna Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYE’yê Steve Witkoff werin kirin, wê bi navbeykariya Wezîrê Karên Derve yê Ûmmanê Badr al-Busaidi pêk werin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinan de got: ‘’Em bi cidîbûn û jidiliya xwe şanseke rastîn didin dîplomasiyê. DYE tevî gotinên xwe yên dijminane jî divê vê biryarê pîroz bike.’’
Bekayî diyar kir ku têkildarî hevdîtinan ew pêşdaraz nîn in û got: ‘’Em ê roja Şemiyê li nêt û cîdîbûna DYE’yê binêrin û li gorî wê gavên xwe biavêjin.’’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kiribû ku wê hevdîtin rasterast werin kirin û Îranê jî gotibû ku hevdîtin wê bi awayekî nerasterast werin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî destnîşan kir ku wê hevdîtin bi awayekî nerasterast werin ku û got: ‘’Ev hevdîtin wê bi awayekî nerasterast werin kirin ku em awayekî din qebûl nakin. Jixwe ev yek ne girîng e. Ya girîng bandora hevdîtinan, cidiyeta aliyan, nêta wan û daxwaza lihevkirinê ye.’’
Tê dayîn ku encamên hevdîtinan bandoreke mezin li bernameya Îranê ya nukleerî û aramiya herêmê bikin.
DYE ya ku serkêşiya hêzên Rojavayî dike, bi salan e dibêje ku Îran dixwaze çekên nukleerî bi dest bixe. Tehran jî van îdîayan red dike û dibêje ku kiryaran wan ên têkildarî nuklerî bi armancên sivîl re sînordar in.