Zanyaran potansiyela vîtamîna D ya bacanên sor eşkere kirin

Ger li gorî xwesteka zanyarên Brîtanî be, rojê xwarina du bacanên sor ên normal dikare mirovan ji nexweşiyan dûr bixînne.

Tîmek lêkolînê ya ku ji aliyê zanyarên li Navenda John Innes li Norwich’ê ve tê rêvebirin, ji bo ku bacanên sor bike çavkaniyek bihêz a vîtamîn D, ku xurekên mîna kalsiyûmê birêkûpêk dike ku ji bo saxlemiya hestî, diran û masûlkeyan pêwîstiyeke, avahiya wê ya genetîkî çêkir.

Her çiqasê vîtamîn D di laşê me de piştî tîrêjên rojê çêdibe jî, çavkaniya wê ya sereke bi piranî şîr û goşt ango xwarin in. Vîtamîn D ji bo parastina hestiyên me û bi tendirustbûna masûlke û diranan dibe alîkar.

Lêkoleran gotin ku asta kêm a vîtamîn D - bi gelek şert û mercên ji penceşêrê bigire heya nexweşiya kardiyovaskuler ve girêdayî- li tevahiya cîhanê nêzî 1 mîlyar mirovan bandor kiriye.

Pelên bacanên sor bi xwezayî yek ji blokên avakirina vîtamîna D3 ku jê re 7-DHC tê gotin, di nav xwe de dihewîne. Vîtamîn D3 di bilindkirina asta vîtamîn D ya di laş de ya herî baş tê hesibandin.

Zanyaran bi karanîna amûra Crîspr ku wekî cotek genetîkê meqes wê bikaribe bixebite hatî çêkirin, genoma nebatê wisa eyarkirin ku di asteke bilind de 7-DHC di bacanê sor û pelên wê de kom bibe.

Piraniya lêzêdekirina vîtamîna D3 ji lanolîn a ku ji hiriya pez tê hilberandin tê. Ji ber ku pez sax dimîne, bi kêrî vejeteryanan tê encax ji bo veganan derbasdar nîne.

Zanyar niha dinirxînin bê ka gelo li şûna ronahiya ultraviyole, tîrêja rojê dikare bi rengekî bibandor 7-DHC veguherîne vîtamîna D3 an na.

Vesaziyên nû yên li Îngilistanê destûr dane lêkolîneran ku vê teoriyê binirxînin, encax dibe ku heta dikeve bazarê hindekê dem bigire.