Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ragihand, PKK’ê Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û tevî biryara fesixkirina tevgerê biryarên dîrokê girt. Piştgiriya navneteweyî hem ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo û hem jî ji bo biryarên Kongreya 12’emîn a PKK'ê didomin.
Biryarên kongreyê yên PKK'ê ji bo xurtkirina çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd weke gavên girîng têne nirxandin, di heman demê de ji dewleta Tirkiyeyê jî tê xwestin ku ji bo çareseriyê gavên şênber bavêje. Me li ser vê mijarê em bi damezrînerê kovara Multitudesê, endamê Lijneya Zanistî ya UEF’ê yê Fransayê û profesorê aborî yê teqawîtbûyî Yann Moulier Boutang re axivî. Prof. Moulier-Boutang di van demên dswî de peyamek ji DEM Partiyê re şandibû, piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo û biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ji raya giştî re ragihandibû.
‘DEM PARTÎ DI SIYASETA TIRKIYEYÊ DE CÎHEK GIRÎNG DIGIRE’
Prof. Moulier Boutang diyar kir ku bi saya hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê dest pê kiriye û anî ziman ku rola DEM Partiyê di vê pêvajoyê de girîng e û got: "DEM Partî di siyaseta Tirkiyeyê de partiyek girîng e. Ew di mijarên wekî mafên jinan, mafên kêmaran de, bi qasî têgihîştina me ya çepgirên rastîn Ewropî, di mijarên bingehîn de partiyek çepgir e. Tevî hemû zext û tawanbariyên bê bingeh, ew di nava hewldana vekirina qada demokratîk li Tirkiyeyê de roleke siyasî ya girîng dilîze. Ew partiyek muxalefetê ya cidî ye û dikare partiya Erdogan têk bibe. Bi fesixkirina PKK’ê re, êdî dem hatiye ku hemû tawanbariyên li dijî DEM Partiyê bi dawî bibin."
'PÊVAJOYA AŞTIYÊ JI BO ENDAMTIYA YE’YÊ GIRÎNG E’
Prof. Moulier Boutang destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re di warê endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) de cihekî girîng digire û wiha domand: "Tirkiye hîn jî bi fermî namzetek YE’yê ye. Lê her ku rejîm ber bi aliyekî otorîter ve diçe, ji îhtîmala endametiyek şênber dûr dikeve. Ev xala yekem e. Ya duyemîn, li gorî min, li Tirkiyeyê dejenerebûna pêvajoya parlamento, demokratîk û temsiliyetê zêde dibe û ev yek welat ji namzetiya YE’yê dûrtir dike. Li gorî min, çareseriya yekane ya pirsgirêka Tirkiyeyê ew e ku welat di çarçoveya demeke diyarkirî de jî be, bi rastî xwedî şansekî endamtiya YE’yê ye. Lê ji sala 2016’an ve rejîma Tirk her ku diçe hişktir dibe û hemû gavên ber bi şêwazeke demokrasiya ne-lîberal ve diavêje. Bi gotina ‘demokrasiya ne-lîberal’ re, ez welatekî ku hilbijartin lê tên kirin lê wekî neyên kirin, muxalefet lê heye lê tê tepisandin, qest dikim.
Bi rastî jî li welat hêza muxalefetê heye. Her wiha di nava muxalefeta çep de jî parçebûnek heye. Ji ber vê parçebûnê, nayê dîtin ku rejîma Erdogan bê çawa were ser rêya rejîmeke demokratîk. Di vê wateyê de li gorî min ev kampanyaya aştiyê ya ji hêla DEM Partiyê ve tê meşandin girîng û aqilane ye. Ew bi aqilane tişta ku divê were kirin dike.”
'ENDAMTIYA TIRKIYEYÊ YA YE’YÊ WÊ GELEK PIRSGRÊKAN ÇARESER BIKE'
Prof. Moulier Boutang bi bîr xist kuqebûlkirina Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya YE’yê girîng e û wiha pêde: "Ez difikirim ku ji bo Ewropayê pir girîng e ku Tirkiye girêdana xwe ya bi Ewropayê re çêbike. Dibe ku nêrîneke min a nayê zanîn hebe, lê gava hûn li nexşeyê dinêrin, hûn çend welatan dibînin ku hîn jî ne beşek ji Yekîtiya Ewropayê ne. Ez Swîsreyê datînim aliyekî, ku nerasterast tê de ye; Îngilter jî demkî jê derketiye. Dema ku hûn li Albanya, Kosova, Makedonyaya Bakur, Asya û Yugoslavyaya berê dinêrin, wekî ku Bosna-Hersek nîşan dide, ev herêm ji Serdema Navîn vir ve hebûna Misilman li Ewropayê heye. Ev yek bi demê re li hin herêman zêdebûna olî û carinan etnîkî afirandiye.
Tişta ku projeya Yekîtiya Ewropayê nade meşandin di vir de derdikeve holê. Bi heman awayî, Ewropa bi kêmarên ku ji koçberiya Mexribê hatine re pirsgirêkan dijîn, li Ewropaya Navîn kêmarên bi eslê xwe Meşrîq an jî Tirkiyeyî hene û nikare van pirsgirêkan çareser bike. Misilman weke kêmarên pir piçûk ku divê di dawiyê de asîmîle bibin û winda bibin, tên dîtin. Şêweya dawîn a entegrasyonê guhertina olê ye. Tişta ku Fransa dike, di bingeh de heman tişta ku Katolîkên Ewropî bi sedsalan li Protestanan kirine: di dawiya dawî de wê kêmarên ku divê ji holê bên rakirin biafirînin.
Li welatekî pir navendî weke Fransayê, behsa entegrasyonê tê kirin, lê di rastiyê de tişta ku di hişê hikûmet û civakê de, asîmîlasyonek "maqûltir" e. Lêbelê, Kêmar ji ber gelek sedeman, ji rejîmên asîmîlasyonê yên wiha hez nakin. Li Ewropayê bi taybetî li Ewropaya Rojhilat û Yugoslavyaya berê - piştî nîqaş û pevçûnên sedsalan, pirsgirêk qismî çareser bûye, lê hîn jî didome.
'BANGA OCALAN JI BO EWROPAYÊ JÎ GIRÎNG E'
Kurdistan û Kurdên Tirkiyeyê hene; li Ewropayê kêmarên olî yên ku ji Îslamê derketine hene û hîn jî statuya wan ne zelal e. Ji bo min, tevlibûna Tirkiyeyê a ji bo Yekîtiya Ewropayê ku ez her tim vê ramanê diparêzim ev rêyek ji bo afirandina civakên hevseng li seranserê Ewropayê ye: Ewropaya Bakur a Protestan, Ewropaya Başûr a Katolîk, beşên Ewropaya Navîn a Misilman, herêmên din ên bi nifûsa Slavî û hwd.
Ev hêzên hevseng wan teşwîqî çareseriya demokratîk dikin. Bi qasî ku ez dizanim, Tirkiye di sala 1966’an de serlêdana namzediyê kir. Ji wê serlêdanê û vir ve, projeya demokratîkbûnê ya berfireh li Tirkiyeyê lez bûye, lê di panzdeh salên dawî de ber bi aliyekî berevajî ve diçe: ber bi rejîmek xeternak a otorîter û nelîberal ve diçe. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurdistanê ji bo me Ewropiyan, li tevahiya Rojhilata Navîn girîng e.
Ez bi tevahî li dijî nîjadperestên li welatê xwe me. Ez difikirim ku netewe êdî ne çareserî ye û ji ber vê yekê ez ji konfederalîstekî wêdetir federalîstekî Ewropî me. Ji ber vê yekê banga Ocalan ji bo min watedar bû û ez bi hempîşeyê xwe re, lê li ser xeta Ewropî me."
‘FESIXKIRINA PKK'Ê BIRYAREKE DI DRMA XWE DE YE'
Prof. Moulier Boutang bal kişand ser girîngiya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya ji bo pêvajoya aştiyê û wiha domand: "Divê her du alî jî qebûl bikin ku têkoşîna çekdarî û şer di demek dirêj de wan nagihîne ti derê. Ji ber vê yekê, dev ji têkoşîna çekdarî berdan, fesixkirina partiyê û sûdwergirtina ji pêşketinên awarte yên ku niha li seranserê Rojhilata Navîn diqewimin, dibe ku cara yekem biryarek ku di dema xwe de hatiye dayin e."
Ji ber vê yekê, ji bo kesên ku ne endamên PKK’ê ne çi Kurd, Tirk an kesek din bin, ev çareserî wekî rêbazek pir baş xuya dike. Ez hûrgiliyên pirsgirêka Kurd de zêde nizanim, ji ber vê yekê ez nikarim tiştek diyarkirî li ser nasnameya PKK’ê ya îro bibêjim. Lê ez dibînim ku partiyek mîna Partiya DEM’ê ku hêzek xwe spartiye çepgiriyê û niha sêyemîn partiya herî mezin a Meclîsa Tirkiyeyê ye fêm kiriye ku ev pêvajoyek dema rast e.
Ji ber vê yekê, weke Ewropiyekî, ez bawer dikim ku piştgirîkirina vê pêvajoyê pêwîst e. Divê em ji bîr nekin ku bandorên vê pêşketinê hene: Tirkiye bi salan di navbera hevsengiya cîhana Ereb û Îsraîlê de bû, ne tenê bi awayekî sembolîk, di heman demê de bi awayekî şênber e. Ji ber vê yekê bi rastî em di xalek werçerxek dîrokî de ne. Sekna min ew e ku ez piştgiriyê bidim vê hewldanê.”
'AZADIYA OCALAN WÊ JI BO EWROPAYÊ BIBE PEYAMEKE BAŞ’
Prof. Moulier Boutang anî ziman ku çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd wê têkiliyên di navbera Tirkiye û Ewropayê de xurt bike û got: "Çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd wê di çarçoveya têkiliyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de jî nîşaneyek xurt be. Çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd wê bingehek xurt ji bo Tirkiyeyê ava bike da ku di şert û mercên guncaw de dîsa li deriyê Yekîtiya Ewropayê bixe. Pêşketineke wisa wê ji aliyê beşek girîng a raya giştî ya Ewropayê ve jî bi kêfxweşî were pêşwazîkirin.
Bê guman, her gaveke demokratîk a li Tirkiyeyê, wek lidarxistina hilbijartinên adil, misogerkirina kontrolkirina wan û misogerkirina azadiya ramanê, wê nîşanek erênî be. Mînak, jestek xurt a wek serbestberdana Abdullah Ocalan piştî dehsalan girtinê wê weke gavek erênî ya Tirkiyeyek ku ber bi Ewropayê ve diçe were dîtin.
Ez difikirim ku ev yek wê bibe sedem ku Tirkiye piştgirên xurt bi dest bixe û rêya endametiya Yekîtiya Ewropayê wê veke - ku îro pir kêm kes vê piştgiriyê didin û ev cihê xemgîniyê ye."
'MAFÊ YE’YÊ HEYE KU TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE'
Moulier Boutang bal kişand ser mafê YE’yê ku di aliyê saziyî de tevlî pêvajoyê bibe û ev yek dê girîng be. Moulier Boutang wiha pêde çû: “Ji ber helwestên DYE û Rûsyayê hêviyên min ji Neteweyên Yekbûyî pir zêde nîne. Beramberî vê dema ku di aliyê sazîbûnê ve, Yekîtiya Ewropayê xwediyê rayeya ku tevlî vê mijarê bibe. Ji ber ku ew rasterast bi mijarê ve girêdayî ye. Tirkiyeyê namzetiya xwe ya endametiya YE’yê venekişandiye. Ew hîn jî bi awayekî fermî namzet e.
Ji ber vê yekê, Yekîtiya Ewropî divê bi awayekî sazûmanî bi vê mijarê re mijûl bibe. Û eşkere ye ku li Tirkiye û heta di nav Ewropayê de gelek deverên bêaramî hene. Beşek ji vê bêaramiyê rasterast bi tişta ku em dikarin jê re bibêjin 'baskê Misilmanan' ê Ewropayê û pozîsyona Tirkiyeyê wekî pirek ber bi Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Ev rola pirê, mijara vekirina ber bi Deryaya Reş ve ye, mîna Ukraynayê di rewşwkw diyarker de be ev hemû roleke stratejîk a pir girîng dide Tirkiyeyê."
Yann Moulier Boutang kî ye?
Yann Moulier-Boutang di sala 1949’an de li Fransayê ji dayik bûye. Yann Moulier Boutang aborînas, nivîskar û akademîsyen e.
Moulier Boutang damezrîner û Gerînendeyê Giştî yê kovara Multitudesê ye û teorîsyenekî girîng e ku li ser veguherîna kapîtalîzmê dixebite. Bi taybetî têgeha "kapîtalîzma nasnameyî" (capitalisme cognitif) bi pêş xist. Moulier-Boutang demek dirêj e di siyaseta kesk û tevgerên rewşenbîrî yên çepgir de cih digire, li gelek zanîngehên li Fransa û navneteweyî xebitiye.