Zanyaran fêhm kirin bê ka pêşû çawa bêhna mirovan digrin

Pêşûyên mê bêyî wergirên xwe yên bêhnê dikarin bêhna mirovan bigirin. Ev yek jî nîşan dide ku kêzik xwedî pergalek din a bêhn stendine ne.

Pêşûyên mê, tevî ku wergirên wan ê bêhna mirovan ji antênên wan hatin derxistin jî karîbûn bêhna mirovan bigrin. Ev yek jî jî nîşan dide ku pergala wan a bêhn standinê zêde ye.

Pêşûyên mê ji bo ku hêkên xwe xweyî bike, xwîna pêwîst ji kokteyla bêhnê ya mirov û heywanan digre. Li gorî lêkolîna di kovara zanistî ya Cell de hate weşandin, kêzik bêhnê ji noronên ku agahiya bêhnê yên ku di antênên wan de heyî, digrin.

Alîkara doçenta biyolojiyê a Zanîngeha Boston û nivîskarên sereke yên lêkolînê Meg Younger û hevalên wê ji bo ku noronên bêhnê ya mirovan di antênên pêşûyên me de bêbandor bikin  têknolojiya sererastkirina genan CRISPR’yi bi kar anîn.

Lêkolîner hêvî dikir ku noronên bêhngirtinê bêbandor bikin, lê dîtin ku pêşû hîn jî dikare bêhna mirovan bigre.

Ev yek nîşan dide ku dema pêşû yek yan zêdetir wergirên behnê winda bike jî, dikare bêhna mirovan bigre. Lêkolîner diyar dikin ku ev pergala cihgirtinê wekî mekanîzmaya misogeriya jiyanê, ava bûye.

Lêkolîner diyar dikin ku van ev lêkolîn ji bo bizanin bê ka pêşû çawan dikarin bêhna mirovan bigrin û ji bo pêşilêgirtina gezkirinê û her wiha ji bo pêşîgirtina li nexweşiyên ta û dang ên ji ber pêşûyan belav dibin, dikarin bikar bînin.