Vîrûsa koronayê li derveyî bedena mirov çend saetan dimîne?

Li gorî lêkolînekê vîrûsa koronayê Covîd-19 li rûzemenên cihê an jî li hewayê bi setan dimîne.

Li gorî lêkolînekê ku ji hêla New England Journal of Medicine (NEJM) ve hatiye weşandin û hikûmeta Emerîkayê fînanse kiriye, vîrûsa koronayê ya nû li derveyî bedena mirv jî, li rûzemînên cuda, li hewayê jî çend saetan dikare bijî.

Nivîskarên lêkolînê ragihandin vîrûsa ku ji hêla Covîd-19'ê berpirs e, mîna vîrûsa SARS'ê li hewayê dikare bijî.

Encamên lêkolînê nîşan didin Covîd-19 ji hêla hilgirê ku qet semptoman nîşan nade bi hêsanî di hine dî bigerîne. Rîska ku Covîd-19 di ser rûzemanan re di mirova bigere ji ya SARS'ê zêdetir e.

Tecrûbeyan nîşan da ku vîrûsa korona li ser plastîk an jî pola 2-3 rojan, li ser kartonê 24 saetan li ser sifirê jî 4 saetan dikare bijî. Dema ku vîrûs nû derketî holê dihate gotin tenê çend saetan dijî.

Ji ber vê jî hewceyî pê heye ku destikên deriyan, bişkokên asansoran, bûroyên şîrketan tim werin paqijkirin. 

Her wiha tiwaleta hevpar jî dibe sedema ku nexweşî di mirov bigere.

Kesên ku bi Covîd-19'ê ketin çawaw ku semptoman xwe nîşan dan mirov dikare bigerîne. Ango dema ku kuxikê, sincîrîna laş û zehmetiya hilmstandinê derkete holê di mirovan digere. Hin nexweş li gel ku ti semptoman nîşan nadin jî digerînin. Ev jî dibe sedem ku mirov bi rehetî nikare pêşî li berbelavbûna vîrûsê bigere. Her wiha karantînaya 14 rojan jî rîska ku vîrûs di mirovan bigere ji holê ranake.

Lêkolêran ji bo ku vîrûsa Covîd-19'ê li hewayê belav bikin nebulîzator bi kar anîn. Bi vê teknîkê li hewayê 3 setan bi rengê partîkulan şopên vîrûsê hatin dîtin.

Lê pisporên din dibêjin nebulîzator kuxik û pişkandna nexweşxan bi rengekî rast pêk neanîne, berevajî vê jî rîska ku bi rengekî çêkirî bi rêya hewayê di mirov bigere zêde kirine. Ango tê diyarkirin nebulîzator ne modêlek e rast e.

Vîrûs piranî dema ku nexweş dikuxin  an jî dipişikin bi dilopên biçûk ên mîkro di mirovan digerin. Li gorî lêkolînên berdest ev partîtulên ku li hewayê belav dibin, tenê çend saniyeyan sax dimînin.

Ji ber vê tê pêşniyarkirin ku mirov metroyekê dûrî van peşkan be û tim destê xwe bişo.