Tîna bedena mirovan kêm dibe

Li gorî gelek lêkolînên ku dema dawî hatin kirin, germahiya navxweyî ya mirovan kêm bûye. Germahiya navxweyî ya mirovan daket 36.1 pileyî.

Ji kîjan devera mirovan bê pîvandin bila bê pîvandin normal divê 37 °C be. Ev yek nîşan dide ku bedena mirovan bi rengekî baş dixebite. Ev pileya germahiyê li gorî liv û tevgera rojane, şev û rojê carna diguhere. Beriya niha bi 170 salî, li gorî lêkolîna doktorê Elman Carl Reînhold Aûgûst Wûnderlîch ku li ser 25000 kesên li bajarê Leîpzîgê kir, tîna bedena mirovan divê normal 37 °C be.

Lê belê li gorî lêkolînên salên dawî tîna bedena mirovan kêm dibe.

Li Brîtanyayê li ser 35 hezar kesî lêkolînek hate kirin û tîna bedena mirovan bi 36,6 °C hate pîvandin.

Eleqeya vê yekê bi 'xwînsariya' Brîtanyayiyan nîne. Her wiha ev rewş bi guhertina şêweyê pîvandina germahiya bedena mirovan jî nikare bê vegotin.

Lêkolînerên li Zanîngeha Stanfordê jî ev rewş kontrol kirin. Emerîkî jî dibînin ku tîna bedena mirovan kêm dibe. Bi hesab û lêkolînkirina 677 423 kesan ên di nava 157 salan de, hate tespîtkirin ku tîna bedena mêran bi 0,59 °C, û tîna bedena jinan jî bi 0,32 °C kêm bûye. Her deh salan 0,03 °C pile kêm dibe.

Lêkolîner kêmbûna tîna bedena mirovan ji guhertina şêweyê pîvandinê bêhtir bi guhertina metabolîzmayê ve rave dikin.

Tê texmînkirin ku kêmbûna pirsgirêkên tenduristiyê yên civakê, tinekirina hin nexweşiyên şewbê û hêsanbûna şert û mercên jiyanê dibe ku bandorê li kêmbûna tîna bedena mirovan dikin.