BI DÎMEN

QSD: Li Qereqozaxê panzerek û 2 radar hatin îmhakirin

QSD'ê ragihand ku li rojavayê Qereqozaxê panzerek û 2 sîstemên radarê yên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên ser bi dewleta Tirk a dagirker hatin îmhakirin.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê de ev agahî hatin dayin:

"Piştî hilweşîna rejîma Baas a Şamê, dewleta Tirk sûdwergirtina ji rewşa nû ya Sûriyeyê dewam kir. Di vê çarçoveyê de baregehên nû yên dagirkeriyê di axa Sûriyeyê de ava kirin. Li Minbic û rojavayê Firatê 2 baregehên nû ava kirin.

Hêzên me li hember hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk operasyonên bibandor li rojavayê Pira Qereqozaxê li dar xistin, di wan operasyonan de du cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirin."